'Roniya Hêviyên' jin û zarokan dibin dorpêçê dene!

11:41

Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê girêdayî jin û zarokan xebatan dimeşînin. Nêzî 7 mehane ji ber dorpêçê nikarin li Surê xebatên xwe bidin meşandin. Ji avakarên Roniha Hêviyê Nevin Yakut diyar kir ku ji ber dorpêçê nikare kooperatîfê bixebitîne.

Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê di sala 2004'an de hatiye avakirin. Ji kesîmên cuda hatine bahev û Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê avakirine. Di gelek deverên Amedê de ji bo jin û zarokan xebat kiriye. Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê ya ku li Taxa Dabanogluyê ye ji havînê heya niha ji ber qedexeya derketina kolanan nikarin xebatên xwe bidin meşandin. Ji Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê Nerîman Dinçkan da zanîn ku ew hewildidin xwe bigihînin jin û zarokên Surê.

'Ji ber êrîşan em nikarin kooperatîfê bixebitînin'

Nevîn diyar kir ku li Surê demek dirêj şer heye û ji ber wê nikarin xebatê xwe bi rêve bibin û wiha pêde çû, "Em perwerde didin zarokên temenê wan di navbera 7 û14'an de. Em wan hînê muzîk û erbane jî dikin. Heya zarokên biçûk jî perwerde dibînin. Edî zarok ji tiştên avetî hilberînê dikin. Ya girîng ew bû ku ev perwerde zarokên Surê re ben dayîn. Zarokên Surê ji ber ku malbat di aboriyê de zahmetiyê dikşînîn perwerde jî kêm dimîne. Saziyên me li taxa Dabaogluye ji ber êrîşên hêzên dewletê demek dirêje, em perwerdeya zarokan li cihên cuda didin. Ji malbatên ku ji Surê ji ber şer derketine xabat didin meşandin. Carna xebatên jinan jî didin mêşandin. Ji ber demek dirêje li Surê dorpêç berdewam dikin zarok bandor dibin. Ji ber vê xebata me yê mezin ji bo zarokên Surê yê."

'Komkirina zarokan gelek zehmete'

Endama Kooperatîfa a Ronahiya Heviyê Nerîman Dînçkan jî wiha got, " Ji havînê û pêve me perwerde ser hev nedaye. Bi mihane li Sûrê qedexe didome, ji ber vê wê çawan perwerdeyek hînberînê bê standin. Niha perwerdeya me a Sûrê hatî rawestandin. Hêjmara zarokên ku perwerde didîtin gihêştibûn 300'an lê tev nava Sûrê bûn. Niha ew zarokan tev di nava şer de dijîn. Heya ku qedexe hebe dê rewşa zarokan ne baş be."

'Tenê di nava 15 rojan carek em dikarin çalakî li dar bixin'

Nerîman da zanîn ku ji ber dorpêçê nikarin perwerde bidin zarokan û şahî ji bo wan amede bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo derûniya zarokan tiştê ji dest me tê em dikin. Bi amedekirina hin şahî zarok kêfxweş dibin. Tenê di nava 15'e rojan de carek em çalakiya şahî ji zarokan re li dar dixin. Zarok li bendê vê rojê dimînin. Derûnzan û mûzîsyenên dilxwaz ji Stenbol û Îzmîrê hatin Amedê ji bo zarokan. Di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de perek bi vî aweyî hat çêkirin. Em bi hêvîne qedexe li Sûrê rabin."

(dt/rc)