Jinên Colemêrgê: Bila hikumet ji hêrsa jina azad bitirse

11:53

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Jinên Colemêrgî bertek nîşanî bi hişmendiya teşhirkirinê tazîkirina bedena jinan dan û gotin; "Em jinên ku me serî li hemberî ti deshilatiyan natewandînin. Hikumet çiqas serlêdanê bêrumeti yê bike em jin wê ewqas hêz bibin û di azadiyê de israr bikin. Emê bi pêşengiya Ekînan azadiya jinê tacîdar bikin, bila hikumet ji hebuna jina azad bitirse."

Pişti ilankirina xweseriya demokratik şunda hikumeta AKP'ê li hemberi berxwedana gelê kurd têk diçe, ji bo wê jî komkujiyên mezin pêk tine. Li ser bedena jinan bêrûmetiyên mezin dikin. Piştî li Gimgima Mûşê bedena Ekin Wan îskence kirin, tazî kirin û avêtin kolanê, niha jî li Cizira Şirnexê hikumeta AKP'ê disan bi armanca teşhirkirina bedena jinan bêçaretiya xwe nişani tevahiya cihanê da. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî kirinên nemirovaneyên Hikumeta AKP'ê ser bedena jinan berdewam dikin dan û destnîşan kirin ku ewê bi hêrsa berxwedanê ya Ekinan bersivê bidin deshilatiya êrîşkar.

'Em şopdarên Ekînanin'

Leyla Ucar diyar kir Hikûmet nikare bi vê hişmendiya qirêj azadiya jinê têk bibe wiha got: "Hikûmet li hemberi azadiya jinan politikayek bê ehleq dişopine lê hikumet nizane ku em şopdarên Ekîn Wan û ew hevala me ya ku li Cizirê bedena we hati teşhir kirinin. Em jinên ku me serî li hemberî ti deshilatiyan natewadînin. Hikumet çiqas serlêdanê bêrumeti yê bike em jin wê ewqas hêz bibin û di azadiyê de israr bikin. Emê bi pêşengiya Ekînan azadiya jinê tacîdar bikin, bila hikumet ji hebuna jina azad bitirse."

'Me bîrdoziya Ekînan dewr girtiye'

Neslihan Kaynak ji anî zimên ku dê dorbêça hikumetê bi azadiya jinê têk biçe ewê bi berxwedana Ekînan azadiya jinê bilind bikin û wiha axivi; "Ez dest pê kê hikumetê şermezar dikin hikumet ew qas nemerd bûye ku bedena mirovek miri teşhir dike. Bila hikumet bizane ku ev evina me ya azadiyê zêdetir dike. Ji xwe diyare hikumet çiqas ji hêz û birdoziya jinê ditirse. Ji ber ku her jinek rizgariyeke armancek jiyaniyê ye. Ew hevalên me yên bedena wan ji bo teşhirkirinê tazî kirin rometa mene. Hevalên me xwedi azadiya gerduni bûnê û birdoziya wan me dewr girtiye. Hikumet nikare hêza me jina xelas bike û têk bibe ji ber ku em bihezaran Ekinin."

(zyd/zt)