Turkan ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest da

12:03

JINHA

EDENE - Jina bi nave Turkan Sarikaya (25) ji aliye Bûnyamîn F. ve hat revandin û rastî şîdetê hat. Turkan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Turkan Sarikaya ya ku li asîstana cihe mobîlya dixebitî ji aliyê Bûnyamîn F. ve beriya du hefteya rastî tundiyê hat û dûvre avêtibû mala xaltîka wê. Turkan di darpkirinê de xwîn çû ser mejiye wê. Turkan li Taxa Cumhuriyetê ji aliyê xwediyê şîrketa Hilkolanê Bûnyamîn F. ve hat darpkirin. Bûnyamîn û kesên bi navê U.F. û A.C.D ên ku piştgirî dane vê bûyerê piştî rûniştina dadê hatin girtin. Turkana ku ev du heftî têkoşîna jiyanê dida saetên evarî jiyana xwe ji dest de.

Bavê Turkan Sarikaya Haydar Sarikaya li ber derê nexweşxanê daxuyanî da û got:"Min keça xwe û canê xwe wenda kir. Ez mafê dadê dixwazim. Dilêmin dişewitê ev 25 sal min ked da û merêk hat keça min qetilkirin. Wek bavekî dilê min dişewite û xayalên keça min hebû."

Cenaze Turkan ji bo karê otopsiyê birin Adlî Tipa Edanê. Wê cenazeya Turkan li goristana Burukê were veşartin.

(dt/rc)