Li Hezexê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin

12:10

JINHA

ŞIRNEX - Ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve dê îşev saet di 23:00'an de li navenda navçeya Hezexê û li gundê Xirabê Şeref "qedexeya derketina derve" bê destpêkirin.

Ji aliyê Walîtiya Şirnexê li navçeya Hezexê ya Şirnexê, "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Navenda navçeyê û gundê Xirabê Şeref ên ku bi mehan e di bin êrîş û dorpêçkirinan de ye îro dê qedexe saet ji 23:00'an ve dest pê bike.

Di rojên dawî de li navçeyê sewqiyata leşkerî çêbûbû.

(kom/zt)