Jinên Nisêbînê: Em li virin bila dîroka berxwedaniya me binêrin

12:36

JINHA

MÊRDÎN - Jinan bertek nîşanî nûçeyên ku dibêjin "Li Nisêbînê kes nema, tev koçkirin" dan û diyar kirin ku ew ê parastina malê xwe bikin û gotin, "Bila vegerin û li dîroka berxwedaniya me binêrin. Em li virin, heya dawî jî em ê li berxwe bidin. Ên ku divê biçin van derewan pêşkêş dikin."

Navçeyê Nisêbînê a ku bi mehane di bin dorpêça hêzên dewletê de ye, derbarê koçberiya gel de hinek îddîa hatin kirin. Lê belê jinên Nisêbînê diyar kirin ku ew ê mal û taxên xwe terk nekin û wiha gotin, "Em li virin û naçin cihek din." Ji jinan Hayat Aktaş diyar kir ku cihek pêde biçin nîne û wiha domkir, "Bila werin û bibînin, gelê Nisêbînê vire ango çûne? Em li taxên xwe ne û bi cihek din ve jî naçin. Dervî berxwedan û parastinê tu şansek me yê din nîne."

'Bi sedhezaran mirov li malê xwe ne'

Melek Kavak jî diyar kir ku mirovên bi rûmet dev ji axê xwe bernedane û wiha domkir, "Bila Erdogan û dewleta AKP'ê zanibe em ê dev ji dozê zarokên xwe bernedin û heya dawî em ê berxwe bidin. Bila kes dev ji axên xwe bernede. Li Nisêbînê bi sedhezaran mirov li malê xwe ne."

'Bila li dîroka berxwedana Nisêbînê binêrin'

Emîne Koç jî da zanîn ku ew ê dev ji berxwedana xwe berndin û balkişand ser dîroka berxwedaniyê Nisêbînê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ên ku dibêjin li Nisêbînê kes nemaye bila li dîroka berxwedana Nisêbînê binêrin û ji derewên ku dikin şerim bikin. Heya dawî em ê li Nisêbînê berxwe bidin, soza ku me daye Rêbertiyê xwe em ê bidomînin."

(rc)