Jinên ciwan dê 1. konferansêya xwe li darbixin
12:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Ciwan a şoreşger li Rojavayê kurdistanê 1. kongireya xwe li dar dixe. Ji sedî 80 amedekarî bi dawî bûye.
Çav li rê ye ku Tevgera Jinên Ciwan a şoreşger piştî çar salan ji avakirinê, cara yekem kongireya xwe di çend rojên bê de li dar bixe. Endama Rêverbiya Tevegerê Mediya Qamişlo diyar kir ji ber şert û mercên şoreşa Rojava ku rojane berferehtir dibe, pêwîstî hebû ku jinên ciwan rêxsitina xwe mezintir bikin û pirsgirêkan derbas bikin. Mediya anî ziman ku di pênc salên şoreşa Rojava de bi hezaran jinên ciwan xwe bi rêxistin kirin û tevlî qadên şer bûn û jiyana xwe ji dest dane. Medya bilêvkir ku ew amedekariyê xwe bi dawî kirine û wiha domkir, "Piştî li darxistina civînan li her sê kantonan û nirxandina xebatên salekê dê di çend rojên pêşiya me de kongire bê li darxistin û tê de 301 delege beşdar dibin hin jê yên partî û netewên din weke ereb û suriyan jî hene, bi vê awayî 80 ji sedî amedekarî bi dawî bûne.”
Her wiha Endama Tevgera Jinên Ciwan Dunya kurdistan jî giringiya vê kongireyê wiha nirxand:” Kongire xwedî girîngiyeke mezin e, jinên ciwan herî zêde xwedî rol in di civakê de, hem weke jin û hem jî ciwan. Sîstema ku hatiye avakirin dihêle jin xwe nasneke, bi şerê taybet hewl dide jinê bikuje, bê îrade bike, ji naskirina xwe zêdetir bi tiştên biçûk re mijûl bike.Tevgera jinên ciwan bi vê kongireyê re hewl dide xebatên xwe ferehtir bike û ji jinên ciwan re bibe bersiv û bi girtina biryarên girîng pêşengiya ciwanan bike."
(rc)