Li Şirnexê welatiyek hat qatilkirin
13:10
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Dîcle yê Xebatkarê Şaredariya Şirnexê Eyup Ustek ji aliye sekvanan ve ji piyê xwe birîndarbû, bi saeta li kolanê direjkirî ma û jiyana xwe ji destda.
Li Taxa Dîcle Xebatkarê Şaredariya Şirnexê Eyup Ustek (23) ji aliyê sekvanên dewletê ve hat qatilkirin. Eyup dema êvarî di saet 21'an de diçû mala xizmên xwe ji aliyê sekvanên dewletê va hat qatilkirin. Ji bo ku êrîşê hêzên dewletê berdewam dikir cenazeyê Eyup bi saetan li kolanê ma û nîvê şevê ew rakirin Nexweşxane Dewletê a Şirnexê. Eyup rakirin beşa lezgîn lê tevî hemî mudaxeleyan jiyana xwe ji destda.
(dt/zt)