Li Cizîrê berxwedane jineke parêzer a edaletê
13:31
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê ku mirov di bin jêrzemînan de hatin qetilkirin û bi tu awayî hiqûqa şer ku pêk nehat, li gel hemû tiştî jî Parezerek jin Fîlîz Olmez hewl dide ku berpirsiyariya xwe ya pîşeyî bi cih bîne. Fîlîza ku ji hemû çewisandinan para xwe girtiye got, “Li qereqolê ji ber ku ez rastî êrîşa bi gotin û derûnî hatim neçar mam ku li 155’î bigerim.”
Ji parêzerên navçeyê Fîlîz Olmez da zanîn ku li emniyetê ji ber ku ew rastî gefên polîsan hatiye neçar maye ku li 155 bigere û got polîsên ku hatin jî heqaretê le wan kirine.
Li Cizîrê ku bi mehan in di bin navê “qedexeyên derketina devre de” qetlîam pêk tên, 3 parêzer bi awayekî aktîf pêwira xwe bi cih tînin. Li Cizîrê ku qetlîamên hovane pêk tên û hiqûqa şer jî pêk nayê, parezerek jin hewl dide ku berpirsiyariya xwe ya pîşeyî bi cih bîne. Fîlîz yek ji çend parêzerên ku li navçeyê maye li malbatan digere ye. Fîlîz anî ziman ku ew di bin topbaran û êrîşan de dijîn û wiha got: “Em nikarin pêwira xwe bi giştî bînin cih. Qedexeyên ku ji aliyê walîtî ve tê kirin di tu hiqûqê de cihê wê nîne. Ev pêkanîn mafên bingehîn ên mirovahiyê dixe bin piyan. Di nava du mehan de dema mirov li tabloyê dinêre mirov vê rewşê dibîne. Mal tên şewitandin. Di nava kesên ku hatine qetilkirin piraniya wan zarok, bitik, ciwan û xwendekarên zanîngehê ne.”
‘Ji rehma rayedarên emniyetê re hatiye hêştin’
Fîlîz da zanîn ku di mehên destpêkê de wan nekaribûye ku gav jî bavêjin ber derê xwe û wiha dom kir: “Ji ber ku ji derdora navçeyên toban diavêtin, welatiyên ku derdikevtin derva rastî gulebarana sekvanan dihatin. Di demên pêş de ji bo ku em biçin dadgeriyê me gelek zehmetiyan jiyan dikir. Çûyîna me ya edliyeyê û emniyetê ji rehma rayedarên emniyetê re dima. Li emniyetê jî li dijî min çewisandin hebû.” Fîlîz serpêhatiyek xwe ya ku li emniyetê jiyan kir wiha vegot: “Me xwe diavêt rîskê û hewl dida ku mudahîlê muwekîlên xwe yên ku di bin çavan de bûn. Lê em rastî pêkanînên ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye jî dihatin. Parêzerek jî ku rastî vê rewşê dihat êdî hûn bifikirin ku welatiyên wêderê çi dijîn. Piştî ku muwekîlek min ê rojnameger hat binçavkirin ji bo wî ez çûm emniyetê. Li gel ku polîsên emniyetê min nas dikirin jî pêkanînên dij hiqûqî li ser min pêk anîn. Li qereqolê ez rastî êrîşên devkî û derûnû hatim. Ez neçar mam ku li 155 bigerim.”
Fîlîz anî ziman ku dê li hemberî hemû çewsandinan jî ew ê pêwira xwe hewl bidin bi cih bînin û got piştî ku li navçeyê qedexe bi dawî bibe dê tiştên ku hatine jiyîn bixin belge.
(go/rc)