Essa Moosa: Abdullah Ocalan aktorek polîtîk ê gelek giringe
15:07
JINHA
STENBOL - Serokê heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî parêzerê Nelson Mandela, Essa Mossa yê ji bo bi çin Îmraliyê serî li Wezareta Dadgê dan, bersivnedayîna Wezareta Dadê ya ji bo serlêdana wan wekî "matmayî mane" nirxand. Essa yê nirxandina "Bi hevdîtina Wezareta Dadê re armanca me ew bû ku ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê wan qanî bikin bû" kir û anî ziman ku Ocalan aktorekî pir girîng e û wiha got: "Komara Tirkiyeyê ji bo ku bi cîranê xwe re pirsgirêkên xwe çareser bike divê ewil pirsgirêka li hundirê xwe çareser bike."
Di 18'emîn salvgera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heyeta ku ji 11 kesan pêk tê û ji kesên navndar ên cihanê di nav de cih digirin bi Serokatiya Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Essa Mossa hatin Tirkiyeyê, li Elite World Otelê daxuyanî dan çapemeniyê. Delegasyonê di civîna çapemeniyê de çavderiyên xwe yên ku di encama hevdîtinan de kirine û têkîldarî bersevnedayîna daxwaza wan a hevdîtinê bi Wezareta Dadê re nirxandin kir. Di daxuyaniyê de ewil serokê heyetê Essa Mossa axivî. Essa bilêv kir ku armanca wan a hatina Tirkiyeyê dîtina hevdîtînên çareseriyê yên li Tirkiyeyê di kîjan astê de ye, di 21'ê Adara 2013'an de bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin hatibî distpêkirin. Essa wiha got: "Pêvajoya çareseriyê li gorî salnameya dewletê hate meşandin. Armanca me ew e ku hevdîtin di kîjan astê de ne û em dikarin ji bo vê çi bikin."
'Wezareta Dadê me matmayî hişt'
Essa têkîldarî hevdîtinên wan ên bi Wezareta Dadê re jî ev tişt anî ziman: "Li ser navê delegasyona me, me serî li Wezareta Dadê da. Li ser navê delegasyonê me dixwast bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ocalan ji bo aştiyê roleke girîng dilîze. Wezareta Dadê got ku hêj name negihişti ber destên wan. Ji ber vê yekê me îro jî name şand." Essa têkîldarî hevdîtinên kirine jî wiha axivî: "Beriya hilbijartinan hevdîtinên ku bi bijarteyan re Ocalan dikir hatine astengkirin, parêzer ev 5 sal in nikarin hevdîtinê pêk bînin, malbat jî 14 meh in nikare hevdîtinê pêk bîne, me ev agahî wergirtin. Di peymanên anvneteweyî de mafê her girtiyê ku ib parêzer û malbatan re pêk bîne heye. Ji Wezareta Dadê kesek bi me re hevdîtin pêk neanî, ji ber vê yekê em matmayî mane."
'Ocalan aktorekî pir girîng e'
Essa wiha berdewam kir: "Abdullah Ocalan aktorekî polîtîk ê gelekî girîng e. Komara Tirkiyeyê ji bo ku bikaribe pirsgirêkên xwe yên bi cîranên xwe re çareser bike divê ewil pirsgirêkên xwe yên hundir çareser bike. Belê Komara Tirkiyeyû û Ocalan dikarin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin lê divê ewil pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên çareserkirin."
'Armanca me Tirkiye ji pêvajoya çareseriyê re qanîkirin bû'
Essa têkîldarî hevdîtinên xwe yên ku heke bi Wezareta Dadê re bikirina jî ev tişt anî ziman: "Armanca me ew bu ku bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin û ji bo pêvajoya çareseriyê qanî bikin bû. Bi şîdetê jî hilberîn nepêkan e. Li her derê cihanê pirsgirêkên bi vî rengî ne bi şîdetê bi diyalogê ve hate çareserkirin. Ji bo ceribandina Afrîkaya Başûr jî ez dikarim vî bibêjim. Di pêvajoya ku Mandela li girtîgehê bû şertên ku hêzên azadiyê rejîmê têk bibin tunebû. Bêguman rewşa herdu welatan ji hev cuda ne. Heke em bikabirin noqteyên hevpar bibînin em dikarin ji ceribandinên xwe ders derxînin. Riya çareseriya pirsgirêkan jî ji hevdîtinên aştiyê yên ku hemû alî beşdar bibin derbas dibe."
'Yên ku ji pirsgirêka kurd re çareseriyê bînin divê Nobelê werbigirin'
Essa wiha axivî: "Ji ber vê nikarim tiştekî zelal bibêjim. Li Tirkiyeyê kî pirsgirêka kurd çareser bike divê Xelata Aştiyê ya Nobelê werbigire. Di 2011'an de em hatin Tirkiyeyê û hê jî hêvî hebû. Em di 2014'an de careke din hatin û me raporek amade kir. Min wê demê jî anî ziman."
Essa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku şer çareserî nîne.
'Bi aqlê hevpar divê pirsgirêk bê çareserkirin'
Niviskar û Wergervanê Weşanxaneya Compass a ji ji Norveça Newê Eîrîk Eîglad jî got, “Saleke berê ez li Rojava bûm. Li rojava ez bi şervanên ereb yên ku di nava YPG’ê de bûn re min hevditin pêk anîn. Li vê derê şerê kurd û ereban nîne. Divê bi aqlê hevpar pirsgirêk bê çareserkirin”
'Em ji rewşa heyî bi fikar in'
Ji Kanadayê Avakarê Enstîtuya Ekolojîk a Civaka Navneteweyî Dîmîtrî Roussopoulos di axaftina xwe de got: “Ger min karibûya bi Wezîrê vî welatî r hevdîtin pêk bianiya minê bigota, li Kanadayê gelek çalakî pêk tên û van çalakiyan jî bandorê li ser nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Tirkiyeyê dike. Li vî welatî ji bo aştiyê hewldanên gelek bi nirx hene. Em ji rewşa heyî gelek bi fikar in.”
'Ez ji bo berdewama pêvajoya aştiyê hatim'
Ji Parlementoya Îngîltereyê Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê Joe Ryan jî wiha got: “Bi salan in ez bi pirsgirêkên li Tirkiyeyê re eleqedar dibim. Ez ji bo berdewama pêvajoya aştiyê li vê derê me. Dibe ku em hin tiştan bi ser nexin, lê ceribandina wê jî girîng e.”
'Li Almanyayê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê bertek çêdibin'
Ji parlementerên Meclica Federal a Almanyayê Andrej Hunko jî anî ziman ku di navbera Almanya û Tirkiyeyê de têkiliyên baş hene û wiha bi lêv kir: “Lê li Almanyayê jî di van demên dawî de li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê bertek çêbûne. Dengên protestoyê jî li meclisê zêde bûne.”
'YPG mutefîkê me ye divê ev yek wisa bê zanîn'
Pêwirdarê Hindekarê Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Miley jî ev tişt got: “Hem çewisandinên li ser çapemeniyê û hem jî yên li Kurdistanê metirsiyek çêkiriye. YPG mutefîkê me ye. Tiştên ku li Rojhilatê Tirkiyeyê tê jiyîn xetereyek mezin dide afirandin. Ev xetere ji bo hemû gelan wisa ye.”
'Divê rewşa tundiyê ji holê bê rakirin'
Lîstikvan û niviskarê Amerîkayê Janet Biehl jî got ger ku tundî zêde bibe, ez nafikirim ku ciwanên kurd Tirkiyeyê û Tirkiye jî ciwanên kurd têk bibe û divê demildest tundî ji holê bê rakirin.
'Rola Ocalan a ji bo aştiya Tirkiyeyê pir girîng e'
Wezîrê Çandê yê berê yê Ekvatorê Francisco Velasco Andrade nêrînên xwe wih anî ziman: “Di roja me ya îro de, nûnerên welatên cûda ji bo pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin tên gel hev, lê ya herî girîng jî divê civak bên gel hev. Rola Ocalan a ji bo Aştiya Tirkiyeyê pir girîng e.”
Essa pirsa der barê hovîtay li Cizîrê pêk hat jî wiha bersivand: “Rêya çareseriyê ya yekane aştî û rêya polîtîke.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê nameya Nelso Mandela ya spasiya ku ji bo Essa Moosa yê nivisandiye û rapora ku ji aliyê Buraya Hiqûqa Asriyê ve hatibû amedekirin hat xwendin.
(kom/zt)