Li Surê welatiyeke hat qetilkirin
15:19
JINHA
AMED - Li navçeya Sur a Amedê ev 75'in ku dorpêç û êrîşên dewletê berdewam dikin. Hat zanîn ku di 12'ê sibetê de welatiyê bi navê Erhan Keskîn hat qatilkrin.
Li Surê ev 75'in qirkirin û dorpêçên hêzên dewletê berdewam dikin. Hat ragihandin ku di 12'ê sibatê de welatiyê bi nave Erhan Keskîn (18) ji aliyê hêzên dewletê ve hat qatilkirin. Li Surê jimara cenazeyên tên sekinandin gihişt 9'an.
Malbatên ku nikarin cenazeyê zarokên xwe ji Surê bigrin li Sumerpaqê di çalakiyê de nin. Çalakiya malbatan di roja 24'an de berdewam dike. Li qada nobetê wêneyên Rozêrîn Çukur, Ramazan Ogut, Gunduz Akmeşe, Turgay Girçek, Mahmut Oruç, Cîhat Morgul, Hakan Aslan, Welat Bîlen ê 18 salî û Erhan Keskîn ku di 12'ê sibatê de hat qatilkirin hatin daleqandin.
Panqartên bi sernivîsên "We rêz neda jiyana wanî rezê bidin cenazeyê wan. Cenazeyên zarokên me bidin me." Hatin daleqandin. Gava wêneyên Erhan hat daleqandin jî dayikan got: "Êdî bese, bila êdî dayik negirîn, bila ev dorpêç werin dawîkirin." Bendawariya malbatan ewe ku malbatan Erhan jî tevlî çalakiya li sumerparqê bibe.
(dt/zt)