Li Xêlfetiyê Bazara Keda Jinan tê vekirin

16:30

JINHA

RIHA - Li navçeya Xêlfetiya Rihayê Bazara Keda Jinan tê avakirin. Proja Bazara Keda Jinan li ber dawîkirineye û wê di demek kin de bê vekirin.

Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xêlfetiyê destnîşan avêt binê projeyek nû. Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xêlfetiyê wê li navçeyê Bazara Keda Jinan veke. Ji bo bazar bikeve peywirê demek kin mayê. Li Rihayê cara yekeme ku xebatek bi vî rengî tê vekirin. Wê li Bazara Keda Jinan tenê tiştên ku jin bi keda xwe çebikin bên firotin. Dê cilên gelerî û fêkiyên bê derman ben firotin. Dê di Bazara Keda Jinan de keda hilberîna jinên xîzan bê firotin. Armanca projeyê bi keda destê xwe bar û muhtacî mêran nebe. Bazar wê ji çar beşan avabibe. Jin wê li bazarê cilên gelerî, fekîyên bê derman, şarkuter, zad û cilan bifiroşin.

Ji bo serlêdana hilberînê divê jin bixwe herin serîlêxin.

(dt/zt)