Lêgerîna li Şaredariya Cizîrê dawî bû

17:10

JINHA

ŞIRNEX - Polîsên ku li Şaredariya Cizîrê bi saetan e lêgerînê dikin piştî ku kompîtur û hin belge destser kirin ji şaderadiyê veqetiyan. Li aliyê din ji ber ku polîsan deriyên hin malên li taxan bi bombeyan teqandin li hin malan şewat derket.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîş û dorpêç didome serê sibehê gelek polîsan şaredarî dorpêç kirin û bi ser şaredariyê de girtin, lêgerîna li şaredariyê bi dawî bû. Di serdegirtina ku bi biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya Cizîrê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê tê kirin" daye hate kirin de kompitur û hin belge hatin desteserkirin. Piştî ku lêgerîn bi dawi bû polîs ji şaredariyê derketin.

(kom/zt)