Li Hezexê êrîşan despêkir
18:08
Sibat
16
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ku bi şev dê qedexe dest pê bike Hêzên dewletê li dijî taxên yenîmahalle û Turgut Ozal dan destpêkirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê îşev saet di 23.00'yan de bi biryara Walîtiya Şirnexê ve dê qedexe dest pê bike û beriya ku qedexe bê îlankirin êrîşên Hêzên dewletê Yên li dijî taxan dest pê kir. Wesayîtên zirxî taxan gulebaran dikin û li navçeyê dengê çekan tê. Li aliyê din zêdetirî 10 tank û i dehan wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatin kirin.
(kom/zt)