Jinên Efrînê: Em ji tang û topê dewleta Tirkiyê natirsin
09:00
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Kantona Efrînê êrîşên dewleta Tirkiyê a li ser gundên Ezaz û Efrînê şermezar kirin, ev êrîş wek berdewamiya komploya navnetewî nirxandin.
Dewleta Tirkiyê piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê û El Nusra yê li Rojavayê Kurdistanê, dest bi êrîşê li hember kantonên Rojava kir. Piştî ku hêzên QSD'ê li pir deveran çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusra têk birin, vê carê dewleta Tirkiyê bi awayeke eşkere êrîşê Sûriyê dike. Bi taybet êrîşê bakûrê Sûriyê ku di bin kontrola QSD'ê de ye dike. Li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê jinên Efrînê nerazîbûneke tund nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li hember van êrîşan bêdeng nebin.
'Li hember êrîşan berxwedana me dê bidome'
Newroz Haşim derbarê êrîşa dewletê Tirkiyê de wiha got, "Em êrîşên dewleta Tirkiyê bi tundî şermezar dikin, ev êrîş îro berdewamiya komploya 15'ê Sibatê ya ku li ser Rêberê gelê Kurd pêk hati bû ye. Ji ber ku felsefe û ramanên Rêber Apo her kes ji xewa giran hişyar kir, îro careke din dibe armanca dijmin. Em îro dibînin çawa keç û xort, zarok, kal û pîr hemû ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê daketine qadan, li kêleka wê jî Tirkiye bi tank û topan êrîşa axa me dike. Bila dengê me here wan ku çiqas êrîşan bi ser me de bînin jî her em ê li ber xwe bidin û heya dawiyê parastina xwe û xaka xwe em ê bikin."
'Êrîşa dewleta Tirkiyê li hember tevahî gelê Suriyê ye'
Henîfa Elî jî diyar kir ku divê tirkiyê dev ji kiryarê xwe berde û wiha domkir, "Em ji dewleta Tirkiyê re dibêjin êdî bes e ji van kiryarên te yên qirêj û gemar, tu qet nikarî vîna me bi êrîşkirina bi ser me de bişkîne. Êrîşa dewleta Tirkiyê êrîş li tevahiya Sûriyê ye û ne tenê Kurd, bi piranî gelên Ereb jê zirarê dibînin. Lewma divê berteka gelan li dijî vê êrîşê bilindtir bibe. Em ê heya dawiyê şopdarên ramanê Rêber Apo û şehîdên xwe bin, her wê serkeftin para kurdên azad be."
'Gelê Kurd bi fikir û ramanê azad asta têkoşîna xwe bilind kir'
Emel Hemo jî wiha bilêv kir: "Êrîşên ku îro li ser bakurê Helebê û Efrînê tên çêkirin berdewamiya komploya ku li ser Rêber Apo pêk hatibû, em van rêbazên AKP'ê şermezar û lanet dikin. Dema ku dewleta Tirkiyê Rêber Apo dîl girt ji xwe re hesab kiribû ku wê kurd tune bibe. Lê ew xeyalên wan bi cî nehatin, gelê kurd bi fikir û ramanê azad asta têkoşînê hîn bilindtir kir û berxwedanî gihişte astên herî jor."
'Em ji tang û topên dewleta Tirkiyê natirsin'
Xedîce Mihemed jî bi van hevokan bertekê xwe li hember êrîşan anî ziman, "Em ji tang û topên dewleta Tirkiyê natirsin. Em ê li hember van êrîşên ku îro li ser me tên çêkirin berxwedaniyekê heya dawiyê bidin meşandin û hemû hêzên dijî me vala derxînin. Banga me jî ji bo hemû saziyên mafê mirovan ku van Tirkiyê mehkûm bikin û rê li ber kuştin û şîdetê bigrin."
(hs/rc)