'Hişmendiya feodal jin di nav mal de bi sînor dike'

09:01

Hulya Okalîn-Carolîne Mckusîck/ JINHA

WAN - Civaknas Rojbîn Firat li ser rewşa jinên navçeya Elbaxê axivî û diyar kir ku jinên navçeyê ji aliyê hişmendiya feodal tên astengkirin û jin di malê de tê sînordar kirin.

Li Wanê yek ji cihê ku herî zêde hişmendiya feodal serweriya dike navçeya Elbaxê ye. Jinên ku li navçeyê dijîn ji ber hişmendiya baviksalarî di nav civakê de dur hatine xistin û nexwedî mafê axaftinê ne. Hişmendiya feodal jinê ji jiyana aborî, civaka siyasî, ekolojî û çandê bi her awayî dur dike û destûr nade jin di nav civakê de bibe xwedî vîn. Civaknas Rojbîn Firat li ser rewşa jinên navçeya Elbaxê axivî û diyar kir ku jinên navçeyê ji aliyê hişmendiya feodal tên astengkirin û jin di malê de tên sînordar kirin.

'Jin her tim dibin tundiya mêr de ye'

Rojbîn anî ziman ku ji ber jin her tim hatine asteng kirin şerm dikin ku derkevin sûkê û wiha axivî: "Bi salan e ku li navçeya Elbakê hişmendiya feodal heye, ji ber vê yekê jî jin ji aliyê jiyanê ve tên asteng kirin û her tim li pişt tê hiştin. Li vê navçeyê tu derfetê jiyanê neda jinê û jin her tim bidin tundiya merê de dijî."

'Li ser jinê êrîşek mezin tê meşandin'

Rojbîn da zanîn ku jin di nav mal de rastî tundiyê tên û wiha pê de çû: "Jinên li navçeyê dijîn di nav malbatê de rastî gelek cureyê tundiya mêr tên û tişta ku di nav mal de dijîn jî piranî di hûndirê xwe de diveşerên û bi tu awayî bi derve re parvenakin. Dema ku em bi wan re diaxivin wê demê pirsgirêkên wan derdikevin derve. Li vir li ser jinê tundî û êrîşên mezin tê meşandin. Bê tehamûliya jinê gelek e û jin nayê dîtin. Ji ber vê yekê jî jin nikare bi hev re tev bigerin û bikeve nava tevgerek."

'Jin çareseriyê di xwekuşitinê de dibînin'

Rojbîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li vir xwe kuştina jinê gelek e wiha domand: "Ji ber jin li vir hemû pirsgirêkên xwe di nava xwe de dihêlin û piştgiriyê nabinîn, çareseriyê di xwekuştinê de dibinîn. Dema ku em diçin serdanên wan em bi çavên xwe dibinîn ku di rewşek gelek zehmete ne û wê demê em dikevin nav liv û tevgeran. Bi rojan ji bo wan difikirin û xebatên xwe didin meşandin."

'Dema em destên xwe bidin jinê, jin bi hêz dibe'

Rojbîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Çawa ku DBP'ê şaredarî kar kir û bi pergala hevserokatiyê re li navçeyê di jinan de gorandin çêdibin. Em wek civaknas roj bi roj li malan digerin û xwe bi her awayî digihînin jinan û pirsgirêkên wan guhdar dikin. Em bi hevabendên xwe re ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê û fêm kirina mafê wan têdikoşin. Gelek caran li taxan semîneran li dar dixin û bi wan re diaxivin. Ev ji bo jinê gavek çêdibe. Bi derfetên avakirina şaredariyê jî gelek e. Jinên taxê bi saya ven derfetan êdî dikarin derkevin derve û di nava civakê de hebûna xwe didin xwuyakirin. Me di xabatên xwe de dît ku dema em destên xwe bidin jinê jin bi hêz dibe."

(rc)