Hevoka şermê a dîroka Tirkiyê: We qetilkir lê cenazeyê me bidin

09:02

JINHA

AMED - Cîhatê ku hesdikir tevî xuşk û birayê xwe fîlîm karton temaşe bike û Rozerîna ku dixwast bibe bijîşk... Li Surê ne tenê qetilkirin her wiha xeyalê mirovan jî ji aliyê deweletê ve tê dagirkirkirin. Malbatên nikarin cenazeyên xwe bigrin jî hewar dikin û dibêjin "We qetilkir lê herî kêm cenazeyê wan radestî me bikin."

Cenazeyên Rozerîn Çukura 17'e salî, Ramazan Ogut û Cîhat Morgûl hîna li navçeyê Sura Amedê tên ragirtin û radestî malbatê nayê kirin. Ligel gelek binpêkirina maf ên ku li Kurdistanê pêk tên, destûr nayê dayîn ku malbat cenazeyên zarokên xwe veşêrin. Malbat li hember binpêkirina mafê jiyanê dest bi çalakiya nobetê kirin û ev 20 rojin nobet berdewam dike.

'Herî zêde hezdikir fîlîm karton temaşe bike'

Dayîka Cîhat Morgûl Kadriye Morgûl diyar kir ku herî zêde kurê wê hezdikir fîlîm karton temaşe bike û wiha domkir, "Kurê min gelek dihat heskirin. Refa 7. li dibistanê dixwand. Herî dawî ket Surê û nema derket. Di dorpêça yekem de em li Sûrê bûn. Êrîşek giran hebû. Kurê min jî wê demê dipirsî "çima wiha êrîş dikin, çima ewqes zilm."Kadriye da zanîn ku ew piştî dorpêçê derbasî Taxa Îskenderpaşa bûne û wiha pêde çû, "Cîhat jî ji bo barkirinê alîkarî da me. Herî dawî min wî wir dît. Ez bendê wî bûm lê agahiya mirina wî ji min re hat. Kurê min zarokek bi coşbû. Wek çûkek firiya û dayîka xwe li şûna xwe hêşt. Xuşka xwe bê bira û çavê me li rê hêşt."

'Herî zêde min bîra çavê birayê xwe kirî'

Kadriye got, "Em aştî dixwazin bila dilê dayîkên din neşewite. Kurê min hîna 13 salî bû di nava Surê de ma. Ji kurê xwe têr nebûm. Herî dawî kurê min ez maçkirim û hemêz kirim."Xuşka Cîhat Cansu Morgûl jî diyar kir ku ew bîra birayê xwe kiriye û wiha got, "Tevî birayê xwe diçûm dikanê û me bi hevre televîzyon temaşe dikir. Me fîlîm karton temaşe dikir. Herî zêde min bîra çavê birayê xwe kiriye."

'Cenaze bi mehane li erdê ne'

Xuşka Ramazan Ogut Hûlya Ogut jî diyar kir ku cenazeya birayê wê 49 rojin erdê ye û wiha got, "Îşkence li me dikin. We birayê me qetilkir herî kêm cenazeyê wî bidin me bila gorek wî hebe. Dilê me bila li ber mirina wî bişewite ango ji ber bi rojane li erdê ye. Em nikarin fetîheyek jî ser cenazeyên xwe bixwînin."

'Berf ser cenazeyên me helî'

Dayîka Rozerîn Çukur Fahriye Çukur anî ziman ku ligel her êşê ew cardin aştî dixwazin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dilê dayîkan xwîn digrî. Divê tevahî dayîk bertek nîşan bidin. Ez dayîkek ku dilê min şewitiye. Cardin aştî dixwazim. Di hemêza min de wêneyê keça min û ez bi rojane cenazeyê keça xwe dixwazim. Di destê me de çek, top û tang nîne. 40 roj berf û baran barî û helî. Xeyalê van zarokan hebû dê bibana bijîşk. Lê gotin terorîste û li Surê qetilkirin. Ên ku hatin qetilkirin ne terorîstin zarok û dilê dayîkane."

Ligel Rozerîn, Cîhat û Ramazan cenazeyên Gunduz Akmeşe, Turgay Gîrçek, Mahmut Oruç û Velat Bîlen jî radestî malbatê ne hatî kirin.

(rc)