Ferzane Alî: Emê bi xebatên rewşenbîrî valetiya hizrî rakin

09:03

Şengar Biradost/JINHA

SILÊMANÎ - Navenda Rewşenbîrî û Huneri ya Endêşe Festîfala Pirtûkan a Zivistanê lidarxist. Amadekara festîfalê Ferzane Alî got: "Armanca me pêşxistina asta xwendin û rewşenbîr kirina civkêye, bi taybet jî gencan. Ji bo vê jî pêşwaziyek pir bi germî ji aliyê welatiyan ve ji vê kernevalê re hat kirin."

Navenda Rewşenbîrî û Huneri ya Endêşe Festîfala Pirtûkan a Zivistanê lidarxist. Navenda Endêşe her sal festîfala pirtûkan a zivistanê amadedike. Di festîfalê de gelek çalakiyên hunerî tên lidarxistin. Di çarçoveya festîfala pirtûkan de 50 pirtûkên nû hatîn çapkirin jî li ser dezgahên pirtûkan hatin pêşkêş kirin. Festîfala Pirtûkan a Endêşe li Navenda Rewşenbîriya Endêşe ya bajarê Silêmaniyê sê rojan berdewam kir. Rêvebera Navenda Rewşenbîriya Endêşe Ferzane Alî di derbarê xebatên xwe yên navendê û amadekariyên festîfalê de nirxandin kir.

Ferzane destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina çalakiyên huneriye û wiha domand: "Ev kerneval her demsal tên saz kirin. Armanca me pêşxistina asta xwendin û rewşenbîr kirina civkêye, bi taybet jî gencan. Ji bo vê jî pêşwaziyek pir bi germî ji aliyê welatiyan ji vê kernevalê re hat kirin. Ji hemû bajêrên Başurê Kurdistanê bi hezaran kes rojane serdana kernevalê dikin. Dervey wê em alîkariyek mezin ji xwandevan re dikin. Heya kiribin bi hêsanî nêzî pertûk û babetên hûnerî û rewşenbîrî bi bin."

Ferzane balkişand ser giringiya kernevalê divê dema bi qirîz ku welatî berê xwe nedin tu rêbazên xirab û wiha berdewam kir: "Niha Kurdistan bi giştî di nav qirîzek mezin ya siyasî û abûrî dene. Ev bi xwe valetiyek mezin ya hizrî û ramiyarî bi xwe re aniye. Cihê dilxwşiyê ye kû piraniya ciwanan berê xwe didin cihê wisa bibê cûdahiya bawerî yan hizirî."

Ferzane di dawiyê de ragihand ku ew ji bo zarokan jî her roja înê pertûk dixwînin, ji bo ku di temenê biçuk de zarok hezkirina wan ji xwandinê û pirtûkan re çêbibe.

(zt)