Sebahat Tuncel: Dê berxwedan bigihe armanca xwe

09:22

Sarya Gozuoglu/JINHA

STENBOL - Sebahat Tuncel balkişand ser hilweşandin û qirkirina nejadiya deshilatiyê û got: "Herî dawî tişta li Cizîrê kirin, xwestin vîna berxwedêran teslîm bigirin. Berxwedêran jî bi bedel dayînê mirin dan ber çavê xwe li hemberî wan derketin. Bêgoman dê ev berxwedan gelê Kurdistanê bigihîne hedefa wan a azadiyê."

Li hember êrîşên ser deverên weke Şirnex, Cizîr û Silopiyên rêveberiya xwe ya cewherî îlankirine li pişt xendek û barîkatan berxwedanek topyekun heye. Ji gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê gelek heyet, tenduristvan, rêxistinên saziyên sivîl, siyasetmendar, malbat û welatî ji bo dîtina Cizîrê ketin ser rê, lê li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin sekinandin. Piştî astengkirinê welatiyan li Girêmîra ya Nisêbînê dest bi nobeta berxwedanê kirin.

'Li Kurdistanê berxwedanek mînakên wê tine ne tê jiyan kirin'

Hevberdevka HDK'ê ya berê Sebahat Tuncel a tevlî çalakiya nobetê bûyî û paşê jî deverên rêveberiya cewheriyên Silopiyayê ziyaretkirî da zanîn ku divê berxwedana li Kurdistanê tê meşandin di aliyê cîhanê de jî bê destgirtin. Sebahat destnîşan kir ku di dîroka cîhanê de her dem hêzên berxwedêr li hemberî rêveberiya faşîzmê dinava berxwedanê debûne. Sebahat bilêvkir ku dema qala berxwedanê tê kirin Paris Komunu û Stalingrad tê hişê mirovan û wiha domand: "Li Kurdistanê jî berxwedanek a mînakên wê nehatine dîtin tê jiyan kirin. Em ciwanên gelê xwe yê di nava berxwedanê de cîh girtine silav dikin. Ew li wê dîrokê dinivîsin."

'Dê gelê kurd bigihe armanca xwe'

Sebahat anî ziman ku li Dêrik, Farqîn û Silopî qedexeya derketina kolanan hatiye rakirin jî lê hîna dorpêç berdewam dike û wiha berdewam kir: "Dewletê hilweşand û xirakir lê negiha tiştekê. Herî dawî li Cizîrê xwestin vîna berxwedêran teslîmbigirin. Lê berxwedêran bi bedeldayîn û mirin girtina berçavan li hemberî wan derketin. Ev berxwedanek topyekunbû. Di vê xalê de gotina Duran Kalkan a 'Teslîmyet îxanetê, berxwedan serketinê tîne' tê hişê mirovan. Bêguman dê ev berxwedana topyekun gelê Kurdistanê bigihîne azadiyê."

'Li Silopi dorpêç berdewam dike'

Sebahat da zanîn ku ji bo bibe bersiva berxwedana Cizîrê bi rojan di nobeta Girêmîra de ma, paşê jî çu Silopiya û wiha axivî: "Wê demê ji 100'an zêdetir mirov girtibûn binçavan. Hîna 5 kîlometre mayî ji Cizîrê re em dan sekinandin. Ji ber ku destur nedan em têkevin nava Cizîrê em derbazî Silopiya bûn. Li gel ku qedexeya derketina kolanan rakirine jî lê hîna dorpêç berdewam dike. Ji êvarî saet 18.00'an heya sibê qedexeya derketina derve berdewam dike. Me hilweşandina Silopiyayê dît. Tayîbetî jî deverên berxwedanê lê berdewam kirî hemû mal hilweşandine."

'Her kes divê rêveberiya xwe ya cewherî pêşbixe'

Sebahat destnîşan kir ku deshilatî hemû qadên jiyanê ji destê mirovan digirin û qirkirina nijadî dikin û wiha pêde çu; "Di vê pêvajoyê de projeya çok danîna kurdan li hemberî dewletê dane despêkirin. Dema ku di sala 1937'an de Seyît Riza birin ber darê sêdarê got: 'Ez li hember lîstokên we serneketin bila ev ji bo min derd be, lê min jî li hember we çuk nedanî bila ev ji bo we derd be.' Niha jî pêvajoyek a çuk danîna kurdan dane despêkirin. Tenê ev helwesta AKP'ê ne li hemberî kurdane, li hember hemû kedkar û yên tên perçiqandinin. Divê parastina cewherî bê pêşxistin."

'Li ku dibe bila bibe kurd dikarin bibin yek wucud'

Sebahat anî ziman ku li gel şertên tecrîdê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan projeya aştî û çareseriyê daye despêkirin û wiha berdewam kir: "Dixwazin di 17'emîn salvegera komployê de encamê bigirin. Sedema êrîşên ser Rojava û hewla şikandina berxwedana li wê eve. Di 6-8'ê Cotmehê de her kesê dît, her çendî Kurdistan li çar parçeyan belavkirine jî lê li hemberî bêmafiyê dibin yek wucud. Tirkiye dizane dema ku Rojava statoyek bidest xist, dê 20 milyon kurdên di nava wî de jî ji bo bidestxistina statoyê wan bide zorê. Divê ev hemû weke perspektîfekê bê dîtin."

'Rêbazên berxwedanê xistinas meriyetê peyîwira me tevane'

Sebahat destnîşan kir ku divê her kes li hemberî faşîzma AKP'ê têkeve nava berxwedanê û wiha pêde çu: "Birastî jî yên naxwazin faşîzim derbas bibe û ji diktatoriyê re dibêjin 'na' divê weke Silopî, Sur û Cizîrê têkevin nava xweparasitnê. Ev peyîwira me tevane. Her wiha di vê berxwedanê de rolek giring dikeve ser milê jinan."

(zt)