Ayşe Dîcle: Dixwazin qetlîama Cizîrê veşêrin

10:51

JINHA

AMED - Masa Qrîzê ya ji rexistinên DBP, MEYA- DER û MHD ji bo girtina cenazeyên 'jerzêmîna wahşetê' hatî avakirin agahiya heya niha 145 cenaze hatine girtin dan. Hevsoraka MEYA -DER'ê Ayşe Dîcle di derberê xebatên wan ên girtina cenazeyan de wiha got: "Dewlet dixwaze cenazeyan bê girtina testa xwînê ya DNA yê defin bike. AKP bivê hişmendiyê di xwaze qalîamên nû bike."

Cenazeyên jerzêmîna Cizîrê şiyandin bajarê cuda bi vî rengî dewleta tirk dixaze ser qalîamê bigre. Masa Qirîzê diyar kir ku dixwazin qatlîamê veşêrin, jimara cenazeyên şandine nexweşxaneyan heya niha gihişt 145'an. Li gorî texmîna Masa Qirîzê dibe ku jimara cenaza bigihije 200'an. Hevseroka Komeleya Mezopotamya ya Piştevanî û Şêwirmendiya bi Malbatên Xizmên xwe windakirine (MEYA-DER) ê re Ayşe Dicle ya ku di Maseya Qirîzê de cîh digire ev agahî da: "Îro jimara cenazan gihiştiye 145'an lê kêm tê gotin ev jimar dibe ku heya 200'an jî be. Hîna malbatên li cenazeyên zarokên xwe digerin hene û serlêdana malbatan bidawî nebûye."

'Me li Mêrdînê herêma pîlot avakir'

Ayşe destnîşan kir ku bila malbatên me herin herêma pîlot a Mêrdînê mînakên xwînê bidin û wiha pêde çu; "Mirov nikare ti gotinan ji malbat û dîtiyê bûyê re bejê, her gotin sivik dimîne ji vê qatlîamê re. Di bejin; 'Em birane em wek goşt û nînokêne' gotin û kirinên wan çiqas ji hev durin. Em gelê kurd ticar van bûyeran jibîrnakin û emê hesabê vê qalîamê bipirsin. Êdî kêr gihîşt hastî ti gotin neman."

'Ti hêz nikare ser ve qalîmê bigre'

Ayşe bilêv kir ku gelê kurd li hember qatlîma li berxwe dide û wiha berdewam kir:" Çiqas wîndayî yê me hebe jî dê berxwedan berdewam bike. Wek Sur, Nisêbîn, Cizîr û Kerboranê ji 7'an heya 70'ê salî li berxwe didin. Lîstokên AKP'ê yên qirêj ticar xilas nabin. Gelê kurd ne weke berî 30 salane êdî şiyarbûye bi hêz bûye. Dewlet ji bo ku qatlîamê veşêre di bêjin cenaze xirabûne û fikra ku wan bi komî definbikin heye, lê em nayên vê lîstikê. Ti hêz nikare vê wehşeta jerzêmînê veşere."

'Em dimirin ne bese êdî....'

Ayşe axaftina xwe wiha dawî kir: "Dewlet dixwaze cenazeyan piştî otopsiyê bi komî defin bike. Em dimirin ne bese mirina me jî îspat dikin. Kula dewletê ewe ku vê qalîamê veşêre. Ev hovitiyek mezine. Dê gelê kurd hesabê vê bipirse. Bila gelê kurd li hember qatlîamê serî rake û bêdeng nemîne."

(dt/zt)