Li jêrzemîna hovîtiyê gotina dawî: Bêyî hevalan tu carî nabe

11:29

JINHA

ŞIRNEX - Dayika Abdullah Gun ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê de hate qetilkirin, Leyla Gun axaftina dawî ya bi kurê xwe parve kir û got kurê wê herî dawî van gotinan jê re gotiye:"Hevalên min li cem min hene. Em li jêrzemîna avahiyekî de asê man. Ez bi tena serê xwe tu caran dernakevim. Heke derkevim ez ê bi kesên vê derê re dekevim."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê berxwedarên ku li hemberî êrîşan berxwedanekî bêhempa nîşandan û bi birîndarî di jêrzemîna avahiyekî de asê man, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin nasnameyên wan jî yek bi yek tên zelalkirin. Ji berxwedêrên ku nekarîn ji taxê derkevin û hatin înfazkirin jî Abdullah Gun ê 16 salî ye.

'Ez zarok im dê tiştekî nekin'

Li taxa Cûdiyê di duyemîn jêrzemîna hovîtiyê yek jî asê ma jî Abdulah Gun bû. Piştî helwesta raya giştî dema ku ambulans çû û ev agahî bi telefonê ve ji birîndaran re hate ragihandin Abdullah ji bo ambulansan binêre derdikeve derve û li ber derî tê gulebarankirin û înfazkirin. Piştî ku Abdullah hate înfazkirin birîndarekî din bi telefonê tevli MedNûçeyê bû û diyar kir ku Abdullah dema çûye gotina "ez biçûk im tiştekî bi min nakin" bi kar aniye û derketiye derve.

Malbata Abdullah a ku ne xerîbî qatlîamên dewletê ye beriye 23 salan kesê malbatê yê herî mezin ku navê wî li Abdullah kiribûn Abdullah Gun winda dikin. Ji gundê Tekçinar ê Cizîrê serê sibehekî hêzên dewletê Abdullah binçav kirine û careke din jî jê agahî negirtine. Ligel lêgerîna 23 salan jî kiryarên Abdullah Gun nehatin dîtin, Abdullah ê biçûk jî wekî kalê xwe di polîtîkayên dewletê yên qirkirinê de hate qetilkirin.

'Kurê min înfaz kirin'

Leyla Gun anî ziman ku kurê wê ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatiye înfazkirin û ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike piştî pola 8'emîn neçûye dibistanê û wiha axivî: "Kurê min karker bû, wekî karker jî ew înfaz kirin."

'Beriya 23 salan kujer kî bûn îro jî ew in'

Leyla destnîşan kir ku kiryarên xwezûrê wê jî ji aliyê dewletê ve hatine veşartin û ev tişt anî ziman: "Kiryarên kurê min jî ji niha ve dixwazin xilas bikin. Dewleta ku hewl dide kujerên kurê min veşêrin bi gotina terorîst bû kiryaran vedişêrin."Leyla anî ziman ku ew ê pey kujeran bernede û wiha got: "Ez ê ne pey kiryarên wî ne jî kiryarên xalê wî bernedim. Kujer beriya 20 salan kî bûn îro jî heman kes in."

'Heta hevalên min dernekevin ez ê jî dernekevim'

Leyla bilêv kir ku kurê wî ji aliyê derûdor ve gelekî dihat hezkirin û axaftina dawî ya bi kurê xwe re wiha vegot: "Ji min re gote ez li Cizîrê me. Hevalên min li cem min hene. Em li jêrzemîna avahiyekî de asê man. Min gote derkeve were malê lê gote ez bi tena serê xwe tu caran dernakevim. Heke derkevim ez ê bi kesên vê derê re dekevim. Ez qurbana te bim dayê li xwe baş binêre."

(rc)