Dayika berxwedana Nisêbînê Sara
12:18
JINHA
MÊRDÎN - Bi pêşengiya jinan berxwedana Nisêbînê berdewam dike. Li Taxa Zeynelabîdîn a Nisêbînê dayika Sara ji aliyêkî ve nan di pije û ji aliyêkîve jî amadakariya barîqatan û qedexeyê dike.
Bi mihane Taxên Nisêbîna Mêrdînê di serî de Kişla, Zeynelabidîn, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Firat û Dîcle dibin dorpêçê de berxwedan berdewam dike. Piştî ku 14'ê sibatê hêzên dewletê zarokê bi navê Mugdat Ay (12) qatilkirin gel barîqat hîn pêhtir saxlem kirin. Li Taxa Zeynelabîdîn barîqat bi pêşangiya jinan tên çêkirin, yek ji wan jî dayika Sara Kaya ye. Dayika Sara di salên 1990'an de ji ber zilma Hîzbûllha û dewletê ji gundê Hermesê neçar maye kocî Nisêbînê kiriye. Dayika Sara Kaya di 2000'en de rola Dayika Aştiyê girtiye ser milê xwe û pêşengiya têkoşîna jinan kiriye.
'Me di salên 90'an de êşên dîrokî kişand'
Dayika Sara diyar kir ku li gele hemû cure êrîşan jî wan dev ji taxên xwe nebernedan ji ber hemî welatiyên taxê yên ku di salên 90'an de rastî zilma dewletê hatine û wiha berdewakir: "Ez jî yek ji wanim, xwezya zimanê taxa Zeynelabîdîn heba û axîvî ba. Wê demê Hîzbûllahan birayên min Hemdîn Kaya û Mecît Kaya li ber çavên me hemiyan qatilkirin. Tukes dengê xwe dernexist, wî çaxî em gelekî belangaz bûn. Birayê min Mecît birîndar bû bi saetan li kolanê êş kişand û piştî çend saetan me nû rakir nexweşxanê. Lê êdî dereng bû. Cîranên me jî deng dernexistin. Wê demê wek niha piştgirya gel heba birayê min jiyana xwe jidest ne dida."
'Hîzbûllahan destê xwe ji pistuya me bernedan'
Sara bilêv kir ku dewlet bi vê zilmê tenê nema û wiha dom kir: "Li Elihê Hîzbûllahan tiyê min di sala 1992'an de qatilkir. Ticar Hîzbûllahan destê xwe ji pistoya me bernedan. Tiyê min bavê 4 zarokan bû, maqey dewlet li zarokan guhdarkir. Li ser navê ol tiyê min qatilkirin. Her êrîşek dewletê me bi hêz dike. Piştî ku tiyê min jiyana xwe jidestda hevjina wî berê xweda çiyayên azad. Navê wê li çiyayên azad Medya Maba ye, bûye fermandar."
'Gelê rabûyî berxwedanê wê ji dewletê hesab bipirse'
Dayika Sara anî ziman ku tiştek êdî gelê kurd wunda bike nemaye ji têkoşînê pêştir ti rê li pêşiya wan nîne û wiha axftina xwe bi dawî kir: "Şansê gelê kurd ji têkoşînê pêştir nîne. Em berê ji deng derxistine jî di tirsiyan. Îro em bi berxwedanê bûne gelek. Dema ku em bi tirsîn û be xeberbin çu. Îro gelekî zana û berxwedêr heye. Ya ku em bikin xwedî derketina têkoşînê ye."
(dt/zt)