Girtiyên jin deng dan berxwedanê

12:24

JINHA

KOCAELİ - Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê qatlîamên li Kurdistanê şermezar kirin û ji bo piştevaniya berxwedana gel li girtîgehê çalakiya dengderxistinê dan destpêkirin. Girtiyan biryara derneketina revîrê jî girtine û hate hınbûn ku îdareya girtîgehê ji ber hemû çalakiyan lêpirsînên cûda vekiriye.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê qatlîamên li Kurdistanê bi çalakiya deng derxistinê şermezar kirin. Li gorî nûçeyê DÎHA'yê girtiyên jin ji ber çalakiyên ku pêk anîne rastî lêpirsinê hatin. Girtiyên di nameya şandin de çalakiya xwe vegotin wiha gotin: "Em bi ruhê berxwedanê yê demê gelê xwe silav dikin."

'Em ji bo berxwedana mafdar deng derdixin'

Girtiyan diyar kirin ku li dijî qatlîamên li Kurdistanê nikarin bêdeng bimînin û ev tişt anî ziman: "Em piştgiriyê didin berxwedana gel a mafdar. Ev hefteyek e ji bo ku nîşan bidin bi dijî zilmê bi gelê xwe re ne çalakiya dengderixstinê pêk tînin û dirûmşan berz dikin."

Ji bo her dirûşmên ku berz dikin lêpirsîn!

Girtiyan di nameyê de dan zanîn ku herî dawî ji bo şermezarkirina qatlîama li Cizîrê li deriyan didin, dirûşman berz dikin û çalakiyên şermezarkirinê pêk tînin. Girtiyan ev agahî dan: "Îdareya girtîgehê ji ber her çalakiyên me yên demokratîk lêpîrsin vekiriye. Ji bo greva birçîbûnê jî lêpirsîn vekir."

Greva birçîbûnê aramiya saziyê xira dike!

Girtiyên jin di nameyê de ev tişt anîn ziman: "Ji bo greva birçîbûnê jî dibêjin aramiya saziyê xira dike. Greva birçîbûnê tenê bandorê li ser tenduristiya girtî dike û çalakiyekî bi wijdanî ye. Ji bo vê jî dozê vedikin. Bi van lêpirsînan ve dixwazin îrdaye me bişikênin."

Li dijî qatlîaman biryara çalakiyê

Girtiyên jin diyar kirin ku îdareya girtîgehê nikare bi lêpirsînan ve encamê bigire û wiha gotin: "Em ê bi vî rengî çalakiyên xwe bidomînin. Me biryara derneketina revîrê girt. Heta ku pêkûtiyên li ser gelê me bidome dê çalakiyên me bidome."

Girtiyên jin agahiya ku ji bo înşakirina Kobanê 4 hezar TL şandine jî pavre kirin.

(rc)