Cenazeyê Derya Koç hate teşhîskirin

13:02

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Hevseroka Navçeyê ya kevn a HDP'a Mîlasê Derya Koç a ku di 3. jêrzemîna wehşetê de hate qetilkirin, ji aliyê bavê xwe ve hate teşhîskirin.

Cenazeyê Hevseroka Navçeyê ya kevn a HDP'a Mîlasê Derya Koç a ku li taxa Surê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 3. jêrzemîna wehşetê de hate qetilkirin, ji aliyê bavê xwe ve hate teşhîskirin. Bavê Derya, Kemal Koç çû Saziya Tip a Edlî ya demî a ku li Deriyê Sînora Xabûrê hatiye amadekirin û li wir cenazeyê keça xwe teşhîs kir. Dê cenaze piştî karên fermî radestî malbatê were kirin.

Derya Koç di 10'ê Sibatê de ji ajansa me re axivîbû û gotibû ku hevalên wan ên birîndar hatine şewitandin û ew jî bi mirinê re rû bi rû ne.

(rc)