'Rizgarkirina Êzdiyan ji xelata nobelê giringtire'
14:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hemahengiya Tevgera Demokrasiya Iraqê û Yekitiya Sendîkayên Brîtanya li Londonê panelek hat li darxistin û di panelê de li ser tewanên rêxistina tûnd a DAIŞê yên li ser Êzdiyan hate axaftin û Nadya Mûrad ku berî naha ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bibû ji civaka navnetewî daxwaz kir û got: ‘’Bêdengiyê bişkînin û netewamin ji dest terorîstan rizgar bikin.’’
Her di vê panelê de gelek rojnamevan û çalakwanên mafê mirov û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesayet amadebûn. Nadya Mûrad got: ‘’Di piraniya rûniştin û panelande min behsa serpêhatiyên xwe kir. Raste şeş birayên min hatin kuştin û dayîka min hate kuştin. Lê tiştên ku li hember min hatin kirin ji mirinê xiraptir bûn. Lê gelên Êzdî hene 6 heta 10 kes ji malbata xwe wendakirine. Dibe naha jî di bin destê DAIŞê de bin. Tişta ku hate serê Êzdiyan, ji tişta ku xwuyadike û tê behskirin zêdetire.’’
Nadya Mûrad dibêje: ‘’Heta naha nêzîk 6 hezar jin û zarokên Êzdî di bin desthilata DAIŞê dene û jiyanekî tejî li zihmetî de dijîn. Pêwîste cîhan zêdetir yekgirtî be. Ji bo ew rêxistina terorîstî têkbibe. Raste Şengal niha azade, lê hindek navçeyên din bin destê DAIŞê de ne. Em dixwazin jiyana me bê parastin û em hesta aramiyê bikin û Êzdiyên ku mani jî bêne azadkirin.’’
Di dema panelê de çapemeniya Ingîlîz piştî wan gotinên Nadya Mûrad şaş dimînin û dibêjin tu şayenî xelata nobelê yî û pêwîste xelata aştiyê ya nobelê ji tera bê dayîn. Nadya jî wiha bersiv dide rojnemavanan: ‘’Ez xelata nobelê naxwazim. Ez dixwazim di ciha wê xelatê gelê min ji destên terorîstan bê rizgar kirin. Piştî sal û nîv li ser wê karesatê derbas jî buye, em her rojekî dimrin. Dema ku dibînin cîhan beramber ew hemû tewanên how bêdeng dimînê.’’
(rc)