Li Silopiya 6 cenaze ber bi memleketê wan ve hatin şandin
14:18
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ji welatiyên ku hatin qetilkirin û cenazeyên wan birin ATK a li Deriyê Sînor ê Xabûr ji wan 6 cenazeyên hatin teşhîskirin, ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Malbata Aydin Erol daxuyand ku di caneze de şopa gule tuneye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji welatiyên ku hatin qetilkirin û cenazeyên wan birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a li Deriyê Sînor ê Xabûr ji wan 6 cenazeyên hatin teşhîskirin. Cenazeyên Nursel Dalmiş û Ferhat Karaduman ê hatin wergirtin dê li Sîlopiyê bên definkirin. Cenazeyê Edîp Arvas dê li navçeya Şaxê ya Wanê, cenezeyên Aydin Erol û Muharrem Erbek şandin Cizîrê, cenazeyê Burhan Taşdelen jî şandin navçeya Farqînê ya Amedê.
Cenazeyên ku ji Xabûrê hatin wergirtin ligel ku ligel ku bi wesayîta zirxî ve derketin rê jî li têketina Sîlopiyê di noqteya lêgerînê de demeke hate rawestandin. Piştre jî cenaze li ber Edliyeya Sîlopiyê hatin rawestandin û li vir karên sewqê hate kirin.
Di cenazeyê Aydin Erol de şopa guleyan tuneye. Li aliyê din malbata Aydin Erol ê ku cenaze teşhîs kirin diyar kirin ku di caneza de şopên gule tuneye û bal kişandin li ser îhtîmala bikaranîne çakên kîmyewî.
Li Sîpoliyê teşhîskirina 42 cenazeyan didome.
(kom/zt)