Ji rojnamegerê li nava Sûrê peyam: Dibe ku pir nêz weke jêrzemîna hovîtiyê bêjiyankirin - FLASH
14:46
JINHA
AMED - Navçeya Sûr a Amedê ku 78 roj in di bin dorpêçê de ye, bi komkujiyek weke Cizîrê re rû bi rû maye. Nûçegîhanê DÎHA yê Mazlum Dolan ê ku ji roja destpêkê ve ye li Sûrê ye di peyama ku şand de da zanîn ku li gel malbatan xwe spartine jêrzemîna avahiyekî û got "Dibe di demek nêz de komkujiyek weke Cizîrê rû bide."
Navçeya Sûr a Amedê ev 78 roj in di bin dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê de ye. Li navçeyê di rojên dawî de êrîşên hêzên dewletê gelek giran bûne. Nûçegîhanê DÎHA yê Mazlum Dolan ê ku ji roja destpêkê ya dorpêçê ve ye li Sûrê agahiyan digihîne raya giştî, di peyamên xwe yên dawî de da zanîn ku bi hewldana komkujiyê re rû bi rû ne.
Mazlum da zanîn ku li gel hin malbatan ji ber êrîşan xwe spartine jêrzemîna avahiyekê û bi komkujiyek weke Cizîrê re rû bi rû ne.
Peyama ku Mazlum bi vî rengî ye: "Rewş nebaş e. Em di jêrzemîna avahiyek de ne. Ez li gel malbata me. Dibe di demek nêz de weke Cizîrê bibe. Pevçûn pir giran e. Cihên ku em lê ne tê bombebaran kirin, bi tank û hawanan lê didin. Anonsên 'Emê ji hewayê li we din, we hemûyan bikujin" dikin. Li xwe baş binêrin. Ji hevalan re silav."
(zt)