Li Hezexê êrîş giran dibin

15:15

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê piştî ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve qedexeya derketina kolaan hate îlankirin li dijî taxan êrîşên hêzên dewletê bedrewam dike. Li navçeya ku wekî ku hate dagirkirin heta îro herî kêm 4 hezar polîs û leşker jibilî vê jî we jî bi dehan wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Li gundê Xirabe Şeref ê 2 kîlometre dûrî navçeyê ye jî qedexe hate îlankirin, serê sibehê leşker hatin bicihkirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî ku duh şevê saet di 23.00'yan de qedexe ya ku hate îlankirin êrîşa li dijî taxa Turgut Ozal êrîşên ku dest pê kir serê sibehê bi dawî bû. Li navçeyê serê sibehê saet di 11.00'an de jî li dijî taxa Yenîmahalleyê topebaranê dest pê kir. Di saetên nîvro de trafoya ceryanê ya li cadeya Adîle Naşît a li taxa Turgut Ozal teqiya li navçeyê ceryan qût bûn. Li navçeya ku topebaran berdewam dike, di heman demê de sewqiyat berdewam dike. Gelek leşker, polîs û wesayîtên zirxî yên Cizîrê sewqî Hezexê hatin kirin. Heta niha 4 hezar cendirme û polîs, tîmên taybet anîn navçeyê. Jibilî vê 50 tank, wesayîtên zirxî, kamyon, kepçe jî anîn navçeyê.

Li gundê Xirabe Şeref ê ku 2 kîlomtere dûrî navçeyê ye ku li wir jî qedexe hatibû îlankirin serê sibehê wesayîtên zirxî û leşker hatin bicihkirin. Leşkerên ku li gund bi cih bûn li malan lêgerînê dikin. Li gund li ser îhtîmala ku leşker li dibistanê bi cih bibin bi teqemeniyanv e hatibû teqandin. Gundê Xirabe Şeref ê ku gundê parlamenterê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan e beriya ku qedexe dest pê bike Kaplan li ser twîtterê li dijî qedexeyê nerazîbûn nîşan da.

Li asîmanên geliyê Cehennemê jî tevgera helîkopter û amûrên bê mirov heye.

(ekîb/zt)