Çalakiya malbatan di roja 25'an ye

15:59

JINHA

AMED - Çalakiya malbatên ku li Surê zarokêm wan hatin qatilkirin 25 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya malbatên ku zarokên wan li Sura Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qatilkirin 25 rojin li Sumerparqê berdewam dike. Malbatan wêneyê Rozerîn Çukur (17), Ramazan Ogut (16), Gunduz Akmeşe (28), Turgay Girçek (19), Mahmut Oruç (23), Cîhat Morgul (14), Velat Bîlen (21) û Erhan Keskîn (18) ku li Surê hatîn qatilkirin hatin daleqandin û panqartên "We ji jiyan wan re rêz negirt, ji cenazeyên wan re birêz bin" hatin vekirin.

Malbatên ku 500 metreyan nêzî cenazeyê zarokên xwe ne nobet digrin diyar kirin ku heya cenazeyên zarokên wan nedin ewê çalakiya xwe berdewan bikin.

(dt/zt)