Rojnameger Nevin Erdemir û Ahmet Gulmez serbest hatin berdan
16:16
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyoyê Ahmet Gulmez ên 3 roj berê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyoyê Ahmet Gulmez dema ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçûn di têketina bajêr de li noqteya venêrînê ya polîsan hatin binçavkirin. Nevîn û Ahmet piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê şandin dozgeriyê. Dozgerî bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê fealiyet nîşandan" û "Propagandaya rêxistin kirin" bi daxwaza girtinê Nevîn û Ahmet sewqî dadgehê kirin. Bi şertê venêrîna adlî Nevîn û Ahmet serbest hatin berdan.
Dê rojnameger heftê 2 rojan îmzeyê bavêjin.
(zt)