Desteya Jinê bi boneya 8'ê Adarê dê pêşbirk li dar bixe
16:34
JINHA
QAMIŞLO - Desteya Jinê li Kantona Cizîrê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de amedekariya pêşbirka bazdanê ya jinên ciwan dike.
Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ji ajansa me re ragihand ku dê ji bo 8'ê Adarê pêşbirka bazdanê ya jinên ciwan organîze bike û di vê çarçeveyê de wiha hat gotin, "Em hemû jinên ciwan ên kantonê ji temenê 16 sal û jor ve vedixwînin da ku tevlî vê pêşbirkê bibin."
Desteya Jinê di daxuyaniyê xwede şertên awayê tevlîbûna pêşbirka bazdanê wiha hat diyar kirin: "Yên ku bixwazin tevlî bibin, divê serlêdana navenda Desteya Jinê ya bajarê Qamişlo bikin ji bo ku navê xwe li wir qeyd bikin, an jî dikarin bi rêya telefonên erdê re 429420-429425 têkîlî deynin. Her kes dikare ji îro ve navê xwe qeyd bike.
Pêşbirk wê li bajarê Qamişlo bê lidarixistin, hate hînbûn dê pêşbirkvan ji meydana Osman Sebrî heya meydana şehîd Rûbar Qamişlo li cem navenda Mihemed Şêxo bibezin.
Her wiha di agahdariyê de tê gotin ku dê diyarî ji bo jinên serkeftî were dayîn, roja pêşbirkê jî wê ji aliyê Desteyê ve were diyar kirin.
(hs/rc)