'Ji 7 heya 70'ê salî divê herkes bên Ofis'ê'

17:45

JINHA

AMED - Endama Koordînasyona KJA yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ji bo komkujiyek weke ya Cizîrê li Surê neyê jiyankirin divê her kes dakevin qadan û got: "Ji 7 heya 70 salî divê her kes li ber AZC Plaza ya Ofisê kombibin."

Dirpêç û êrîşên ser Sura Amedê 78 roj lipeyî xwe hêla, agahiyên bi sedan kes di jêrzemînekê de kombûne hatin girtin. Ji bo ku weke Cizîrê li Surê jî jêrzemîna hovîtiyê neyê jiyîn DBP, HDP û KJA yê bang li her kesê kir ku di saet 19.00'an de li ber AZC Plaza ya Ofisê kombibin.

'Divê kes bêdeng nemînin'

Endama Koordînasyona KJA yê Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku çawan li Cizîrê komkujî kirin, bi heman şêweyî hewildidin li Surê jî heman tiştî bikin û wiha domand: "Ji sedan zêdetir mirov xwe avêtine hindirê jêrzemînan. Ji ber ku berxwedanek bêhempa heye, dewlet vê napejirîne. Divê gelê Amedê li hemberî vê bêdeng nemîne. Ji bo ku jêrzemînek din a hovîtiyê neyê jiyankirin divê em ji vê re bêjin bisekine. Gelê bajêr dikare pêşiya vê bigire. Bila her kes bi yek deng û yek dilî bêjin emê li hemberî vê bêdeng nemînin. Bila ji 7 heya 70'ê salî li ber AZC Plaza ya Ofisê kombibin."

'Divê xwedîderketinek baş çêbibe'

Zubeyde wiha berdewam kir: "Ger duh li Cizîrê xwedîderketin hebana îro Sur nedibû. Ger em îro jî ji bo Surê ranebin dê sibê li Hezex û Geverê heman tiştî bikin. Niha AKP'ê projeya komkujiyan amadekiriye. Ne tenê Kurdistan divê aliyê Tirkiyê jî dengê xwe derxîne. Divê îşev xwedîderketinek baş ji bo Surê çêbibe. Di wê jêrzemînê de jin, zarok, birîndar, kal û pîr hene. Divê em ji vê komkujiyê re bêjin raweste."

(zt)