DİHA yê ji bo rojnameger Mazlum Dolan banga lezgîn kir
18:49
JINHA
AMED - DÎHA yê ji bo nûçegihanê xwe Mazlum Dolan yê ku li navçeya Sûrê ev 78 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike nûçeyan dişopîne banga lezgîn kir û got: "Sibê dibe ku gelek derengbe. Hêj nebûye dereng di serî de hempîşeyên me û rêxistinên rojnamegeran, em bang dikin ku bihistiyar bin û bikevin anva tevgerê."
Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê ji bo nûçegihanê xwe Mazlum Dolan ê ku 78 rojin li Surê dibin dorpêçê de nûçeyan dişopîne û niha di jêrzemînekê de li gel malbatan dibin êrîşê dene banga lezgîn kir. Peyama DÎHA yê wihaye;
"Nûçegihanê me Mazlum Dolan ê ku li Sûrê bi malbatan re li jêrzemîna avahiyekî de ye saet di 12.56'an de ev peyama: 'Rewş ne baş e, em li jêrzemînekî de ne. Ez bi malbatan re me. Di demeke nêz de dibe ku bûyerekî wekî Cizîrê biqewime. Pevçûn pir dijwar in, cihê ku em lê ne tê bombebarankirin û bi hewan û tankan ve lê didin. Anonsên ku 'em ê bi hewa li we xin, we hemûyan bikujin' tên kirin. Li xwe baş binêrin, ji hevalan re silav.' Nûçegihanê me Mazlum Dolan di peyama xwe ya duyemîn a saet di 14.57'an de li jêrzemîna ku lê ye şand. Peyama duyemîn a Mazlum wihaye; 'Birîndar hene. Kesên ku rewşa wan giran e hene. Li cihê ku ez lê dimînim 30 kes hene. Li cihên din jî nêzî 200 kes hene. Zarok, kal û pîr hene. Zarokên 4 mehî hene. Pirsgirîka şarjê heye.'
Wekî di van peyamên ku hevalê me parve kir de jî tê fêm kirin ku li Sûrê li jêrzemîna ku xwe spartine rewş gelekî cidî ye. Kesên ku zarok. kal û birîndar jî hene û hevalê me jî li wir e xetereya wan a jiyanê heye.
Herî dawî dengê kesên ku li Cizîrê di jêrzemînê de asê ma bûn hê jî di guhên me de ye. Hevalê me yê rojnameger Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş jî li Cizîrê di jêrzemîna ku lê asê mabûn de herî dawî di telefona ku axivî bû de ev tişt gotibû. 'Avahî tê bombebarankirin. Hewl didin xira bikin. 4 heval ji ber ku birînên wan nehatin pansumankirin jiyana xwe ji dest dan. Ceryan tuneye, av tuneye. Dixwazin qatlîamê pêk bînin. Nahêlin gel bê. Mirovahî tê qetilkirin, dewlet dixwaze qatlîamê pêk bîne. Divê gelê kurd rabe li ser piyan.' Piştî vî axaftinê ji rojnamger Rohat agahî nehat wergritin û ji jêrzemînê cenazeyên komî hatin derxistin...
Wekî Cizîrê li Sûrê jî ji bo heman hovîtî neyê jiyîn divê em guh bidin dengê ku ji hevalê me Mazlum Dolan tê. Em ji jiyana hevalê xwe Mazlum Dolan û bi sedan kesên li Sûrê di jêrzemîna avahiyan de ne bi fikar in. Em naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin; Em dixwazin têkîldarî Sûrê nûçeyên jiyanê çêbikin. Dibe ku sibehê dereng be. Hêj nebûye dereng di serî de hempîşeyên me û rêxistinên rojnamegeran, em bang dikin ku bihistiyar bin û bikevin anva tevgerê."
(zt)