Li Enqerê teqînek bihêz: Birîndar hene
19:10
Sibat
17
/ 2016
JINHA
ENQERE - Li Enqerê teqînek bihêz li hemû deverên bajêr hat bihîstin. Li ser rêya Eskişehirê duxan bilind dibe, hat ragihandin ku birîndar hene.
Li Enqereyê saet di 18.35'an de teqînekî mezin çêbû. Teqîna ku li gelek deverê bajar hate hîs kirin li qada ku Serfermanadariya Giştî, Fermandariya Giştî ya Deryayê, Xaçeriya Meclîsê û lojmanên leşkerî hene pêk hat.
Hate diyarkirin ku teqîn dema ku serwîsa leşkerî derbas dibû pêk hatiye. Hate hinbûn ku di encama teqînê de gelek kes birîndar bûne.
(zt)