Ji bo jiyanek hevbeş, bi hev re xebat girînge

09:00

Zehîda Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Şemsa Cezairî li Kantona Kobanê ji bo berdewamkirina çanda xwe yê gelerî û pêşwazîkirina aboriya xwe cil û bergên Kurdî didrû.

Jin ji dîrokê heya roja îro bi xwedî derketina çandê xwe, kariye dîroka hebûnê biparêze. Şemza Cezairî Li Kantona Kobanê ji bo berdewamkirina çanda xwe yê gelerî û pêwazîkirina aboriya mal cil û bergên Kurdî didrû. Şemze hember zîhniyeta desthilatdarî û kevneşopiya civakî bi xwedî derketina çandê diparêze. Şemza a 40 salî 7 mehin dikanek li binê mala xwe vekiriye û cilên kurdî didrû.

Şemze wiha qala jiyana xwe a xebatê dike, "Ev 23'ê sal in ku ez di karê cildirûnê de dixebitim, 8 zarokên min hene, çar keç û çar kur, hevjînê min Muhemed jî bi temenê xwe 50 sal e, ew jî karê elektrîkê dide meşandin. Em herdû bi hev re debara jiyana xwe peyda dikin, ji bo ku zarokên me jiyaneke xweş bijîn em vê yekê dikin."

Şemsa axaftina xwe wiha dewam kir: "Hevjînê min di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikir, wê demê ez jî li Bakur, li Amedê bûm. Li wir min karê cil dirûnê dikir, da ku ez zarokên xwe xwedî bikim. Ez pir ji karê xwe hez dikim, ez vî karî ne tenê ji bo ku zarokên xwe xwedî bikim dikim, lê belê ez dixwazim bi cil dirûna cilên kurdî her kes vegere çanda xwe ya resen."

Şemsa diyar kirin ku ti cudahî di navbera mêr û jinê de tuneye û wiha pêde çû, "Ji bo ku malbatek jiyaneke hevbeş û xweş ava bike divê jin û zilam bi hev re bibin xwedî rol û bingehekî saxlem ji bo jiyaneke serkeftî ava bikin. Ne tenê zilam dikare kar bike, jin jî dikare kar bike û serkeftinê bidest bixîne." Şemsa di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Kantona Kobanê kir ku cihê xwe di nava xebatê de bigrin. Şemse destnîşan kir ku jin bi hêza cewherî dikarê pêşengiya jiyanê û malbatê bike.

(hs/rc)