'Kurd bi qetilkirinê xilas nabin'

09:03

JINHA

WAN - Dayika Abdulselam Turgut, Xecê Turgut ê ku li Cizîrê di jêrzemîna de ji aliyê hezên dewleta tirk ve bi hovîtiye hate qetilkirin, bertek nîşanê komkujî û qetliyaman da û got, "Dibêjin ku biheşt dibin piyê dayikan de ye. Bila biheşta bin piyê me dayikan rakin, lê bila tenê destê xwe li ser zarokên me yên ku behna biheştê ji wan tê rakin."

Li navçeyê Cizîra Şirnexê 145 welatiyên sîvil di jêrzemîna avahiyê de ji aliyê hêza dewleta tirk ve bi hovanê hatin qetîl kirin. Welatiyê bi navê Abdulselam Turgut (22) jî di wê jêrzemînê de bi rojan birîndar ma û pîşt re hate qetîlkirin. Cenazeya Abdulselam ê ku hatibû şewîtandin piştî teşhiskirinê radestî malbata wî hate kirin û malbatê cenazeyê kurê xwe anîn bajarê ku lê ji dayîk bûye. Dayika Abdulselam Turgut, Xecê Turgut bertek nîşanê hovitiya dewleta tirk a li ser kurdan da û diyar kir ku bila dewlet demîldest destê xwe li ser ciwanên kurd bikişîne.

'Dewlet ji miriyên me ditirse'

Xecê diyar kir ku kurê wê ji bo dayik û zarokên Cizîrê ji Stanbolê berê xwe daye Cizirê û duh meh li Cizîrê meye. Xecê bi bertek got ku dewlet ji miriyên wan ditirse û wiha axivî: "Dewleta tirk li Cizirê êrîş û komkojiyên mezin pêk anîn û li ser navê 'teroriste' bi sedan welatiyên sivîl qetîlkirin. Dibejîn ku biheşt dibin piyê dayikan de ye. Em dayîk jî dibêjin ku bila bihûşta bin piyê me rakin, tenê em dixwazin ku bila dewlet destê xwe ji zarokên me yên ku behna biheştê dide rake."

'Kurê min ji bo aştiyê çû Cizîrê'

Xecê di berdewamiya axaftina xwe got ku kurê wê kesek berxwedêr û aştîxwez bû lewra ji bo aştiyê azadiyê çû Cizirê, lê dewlet bi top û tangan bersiv da daxwaza aştiyê û wiha pê de çû: " Di destê kurê min de tu bombe, çek, top û tang tune bû. Kurê min ji bo azadiya gelê kurd çû Cizîrê. Kurê min her tim qala aşitê dikir. Kurê min di rêça aştiyê de jiyana xwe ji dest da. Em ji bo cenazeya kurê xwe çûn Êlih û Rihayê. Lê dewletê li wir jî ji bo sitandindina cenazeyan jî astengî derxist û çend roj cenaze nedan me."

'Kurd bi komkujiyan bi dawî nabin'

Xwişka Abdulselam, Fatma Turgut jî anî ziman dewleta tirk ji dîrokê heya niha her tim gelê kurd dikuje û bi qetliyaman tune dike. Fatma bertek nîşanê êrîş û komkujiyan da û got ku heya kurd bi komjiyan bi dawî nabin û wiha got, "Eger bi dawî bûbûyan dê di komkujiyên di dîrokê de bi dawi bûbûyane."

'Kurdek here dê hezar kurd bên'

Dotmama Abdulselam, Ayten Turgut jî got ku ew bi şahedeta Abdulselam serfiras in. Ayten got ji ber ku ew ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye û wiha axivî: "Serokomar Erdogan dibêje ku dê kurdan bi komkujiyê tune bikin. Lê tişta ku Erdogan nizane heye. Di cihanê de heya ku kurdek jî hebe ev doz bi dawî nabe. Bi kuştina kurdek dê hezar kurd serî rakin û ji bo azadiyê li ber xwe bidin."

'Abdulselam welatiyek sivîl bû'

Dotmama Abdulselam, Gurbet Degirmencî Turgut jî qala pismamê xwe Abdulselam kir û ev tişt got: " Abdulselam ciwanek gelek bi kelecan û zîrek bû. Her tim ji me re qala zilma dewletê ya li ser gelê kurd dikir û digot ku dê rojek ev zilm bi dawî bibe. Ew sivîl bû û nû çûbû Cizirê."

'Dewletê gelek îşkence laşê Abdulselam kirbû'

Gurbet destnîşan kir ku laşê Abdulselam parça parçe hatibû kirin û axaftina xwe bi xemginî wiha berdewam kir: "Dema ku me bihîst Abdulselam birin me berê xwe da Cizirê. Piştî demek agahiya înfazkirina wî hate me. Em bi malbatê re çûn ku cenazeya wî bistinin. Lê hezên dewletê me 8 seatan da rawestandin û gef li me jî dixwarin. Li ser laşê Abdulselam şopên îşkencê gelek bûn. Min wî nas nekir. Çav û devên wî şikandibûn. Me cenazeya wî bi naylonan pêça û xist tabûtê. Heya ku em gihan Wanê me sê caran kefen û tabûta wî gorandiyê. Ji ber dema ku laşê wî germ dibû xwîn ji laşê wî diherîkî û nava tabûtê tijî xwîn dibû. Dewlet bi îşkencê dixwaze çavê me bitirsinê. Lê bila baş bizane ku em ji îşkence û mirinê natirsin."

(hk-db/ho/rc)