Nivîskara Alman Anja Flach: Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn
09:06
JINHA
NAVNEDA NÛÇEYAN - Nivîskara Alman Anja Flachê a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji nêzve dîtiye û şahîdiya jiyanê kiriye, nivîsek parvekir û got: "Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn, ji bo jiyanek alternatîf, ji bo Utopyayek mezin têkoşîn e, ji bo jiyaneke ji derveyî dewlet, desthilat û zordestiyê têkoşîn e."
Anja Flach endama mala şêwirmendiya jinan a Rojbînê a li Hamburgê ye. Weke enternasyonelîstekê ji sala 1995'an heya 1997'an li çiyayên Kurdistanê bû û jiyana Yêkîneyên Gerîlayên tevgera azadîyê parve dikir. Dûvre derbarê jiyana gerîlayan de di 2003'an de pirtûka bi navê ’Jiyaneke din (Ein aderes Leben) dinvîse. Di sala 2007'an de pirtûka wê ya bi navê ‘Di nava gerîlatiya kurd de jin, Di nava artêşa jinan a PKK'ê de ,Motîvasyon, Nasname û nêzîkbûna zayendê’ hate veşandin. Ji bo vê pirtukê, ya ku ji beşa Etnologiyê ya Zanîngeha Hamburgê re weke xebata mastirê daye pêşkêşkirin, nivîskar di derhqê jinên kurd ên ku di qonaxên cuda de tevlî PKKê bûne, pirsyar bersivandin. Di sala 2015'an de cîlda duyemîn ya pirtûka wê ya bi navê ‘Şoreşa Rojava-Di navbera şer û ambargoyê de tevgera jinê û Komunalîzm hate veşandin.
Nivîskara Alman Anja Flachê a ku di salên 1990'î de li paytexta Suriyê Şamê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, bi wesileya rasthatina salvegera komploya navnetewî nivîsek derbarê bîranînê xwe de parvekir. Anja diyar kir ku ew di sala 90'î de bûye xwedî şansek ku Rêberê PKK'ê bibîne got, "Ez di salên 90 î de li Şamê bûme xwediyê şansê rasthatina Rêberê tevgera Kurd Abdullah Ocalan. Carekê di sala 1995'an de û paşê careke din jî di sala 1997'an de min dît."
Anja qala bandora li ser wê kiriye kir û wiha got, "Min herdem ji xwe pirsî, bandora wî li ser min kijan aliyê de bû? Jiyanek taybet a wî tune bû, her roj mirovên ku dihatin akademiya PKK'ê perwerde dikirin, hewl dida da ku civaka ew jê tên weke mînak bi şexsiyeta wan fêm bike.Hema bêje qet neradiza, her tim di nava liv û tevgerê de bû da ku li gel rêhevalan bi hevra ji bo tevgera kurd sitratejiyan pêş ve bibin, analîzên aktuel zêdetir û zutir dikir."
Anja di nivîsa xwe de qala hevdîtinê Rêberê PKK'ê yê li gel siyasetmedaran jî kir û wiha domkir, "Li gel sîyasetmedar, rojnamevan û nûnerên tevgerên din ên azadiyê hevdîtin pêk tînan. Jixwe hingî digot,divê em di BRD ê de bernameyekê ji bo azadbûna ji kapîtalîzmê pêşve bibin û di vê bernamê da divê mijara ekolojiyê gelek girîng be. Ji ber ku li ser dinyayê her mirovekê di nezera xwe de ji bo pêşîlêgirtina têkçûna ekolojîk ya dinyayê eleqeyek heye.Û ewrupayî vedixwende çiyayên kurdan da ku li ser tevgera PKKê bixebitin. Ji min dipirsî gelo ez dixwazim ji bo ku bibime jineke azad têbikoşim. Hingî heta niha ew pirse serê min mijûl dike. Mixabin em jinên Ewrupayê, li ser xeteke ewqas zelal de namînin. Lê belê jinên li Kurdistanê şer dikin û rewşa xwe gelek baş analîz kirine."
Anja bilêvkir ku piştî du sal ji Rojhilata Navîn derketiye Rêberê PKK'ê bi komployek navnetewî hatî girtin û wiha pêde çû, "Du sal piştî hatina min ya ji Rojhilata Navîn, Serok Ocalan bi komploya gelek servîsên istîxbaratê hatibû revandin û gelek aşkere bû ku DYE yê ew komploye dabû kirin. Mirov hingî dikarî li Rojhilata Navîn pêşîya gelek êş û şeran bigire, mirov dikarî hingî pêşniyarên xwe ji bo çareseriyek siyasî wergirtiba. Lêbelê Emperyalîzm vê yekê qebûl nake, ew bi riya şeran xwe li ser piyan digire.Tevî tecrîta giran û şertên giran yên zîndanê jî, qet navber neda berovajî ji bo rewşa dinyayê û rewşa Kurdistanê analîzên nû kirin. Perspektîvek nû pêşvebir, pirtûkên ku rêbazên xilasbûna ji kapîtalîzmê nîşan didin, nivîsandin. Li Rojava hevalan ji min re got, ''Me pêşniyara Ocalan li vir yek û yek pêkanî. Me Konfederalîzma Demokratîk ava kir.' Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn, ji bo jiyanek alternatîf, ji bo Utopyayek mezin têkoşîn e, ji bo jiyaneke ji derveyî dewlet, desthilat û zordestiyê têkoşîn e."
(şnç/rc)