Êrîş ji bo jinan dibe sedema jiberçun, zayîna zu û qutûna şîr
09:49
JINHA
AMED - Di çarçova konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin de bi tangan li Surê dixin. Ji ber dengê topan û çekên giran gelek jin zarokên wan jiber çun, gelek jî zu zan û jinên zayîn jî şîrê wan qut bû. Mudura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Surê Fatma Gulçiçek diyar kir ku li gel ev hemû bûyerên bi ser jinan de tên, zarok jî travmayan jiyan dikin.
Ji ber êrîşên du meh zêdetirin ser navçeya Sura Amedê ji mafê mirovan ê tenduristiyê heya jiyanê hatine binpêkirin. Ji konsepta şerê AKP'ê piştî 7'ê Hezîranê dayî despêkirin herî zêde jî jin û zarok bandor bûne. Jinên dibin dorpêçê denin zarokên wan ji ber diçin, zu dizên û jinên zu dizên jî şîrê wan qut dibe, ev hemû bi jinan re pirsgirêkên tenduristiyê didin çêkirin. Şaredariya Surê piştevaniya malbatên ku ji ber êrîşan neçarmane malên xwe terikandine dikin. Bi alîkalîkirinê re bîlançoya texrîbatên hatine jiyankirin jî derdikeve holê.
'Bi jinan re metirsiya pêşerojê tê jiyankirin'
Mudura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Surê Fatma Gulçiçek da zanîn ku wan xwe gihandiya hezar malbatên ji Surê koçkirine û alîkariya wan kirine û wiha domand: "Gelek jinên Surê yên ji ber dengê tang û topên hêzên dewletê bandorbûne hene. Heya ji destê me tê em alîkariya wan dikin. Lê tiştên tên jiyankirin ser jin û zarokan travmayên cidî didin çêkirin. Di dema alîkarî dayînê de me gelek jinên di aliyê derunî û civakî de pirsgirêkan dijîn dîtin. Mînakek ji metirsiyên jinan jî êdî xwe bi ewle hîs nakin û metirsiyên wan ên pêşerojê hene."
'Êrîşan ser zarokan travmayên cidî dane çêkirin'
Fatma destnîşan kir ku zarok ji rewşa tê jiyîn gelek bandor dibin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku zarok nikarin derkevin kolanan, di mal de dimînin, piştî qedexeyê êdî ji derketina kolanê ditirsin. Di dema dengê tang, top û çekan bihîstinê de bertekên ne normal nîşan didin. Dema ku li kolanan polîsan dibînin gelek ditirsin. Dema ku em ser vê bi zarokan re peyîvîn her şev di xewa xwe de dibînin polîs li wan dixin, yan jî leşker tên dayîk û bavê wan didin ber kêran û bi qêrînan şiyar dibin. Navenda şer bi zarokan re travmayên cidî dane çêkirin."
'Jinên ducanî yan zarokên wan jiberdiçin yan jî zu dizên'
Fatma bilêv kir ku ji ber sedema êrîşan gelek jin yan zarokên wan jiberdiçin yan jî zu dizên û wiha dom kir: "Di dema belavkirina zexîreyan de herî zêde jin mamayê zarokan dixwazin. Me jî di serê lîsteya pêdiviyan de mama nenivîsîbû. Ji ber ku jinên vêderê zêdetir zarokên xwe dimêjînin. Lê paşê em hînbûn ku şîrê jinan qutbûye. Ji bo wê jî êdî me mama girtiye serê lîsteya pêdiviyan. Em hema hema ji bo hemû malbatan mama didin. Ev hemû ji ber tirs û sitresê dibe. Heya niha me bi 3 jinên zarokên wan jiberçune û 2 jinên zu zayîn bi giştî 5 jinan re hevdîtin kiriye. Dema ku em vê hînbûn em jî ketin peyî jinan."
'Divê alîkarî zêde bibe'
Fatma anî ziman ku ji bo xwe gihandina jinan ew di nava hewildanan denin û wiha pêde çu: "Di aliyê tenduristiyê de em alîkariya zarokan dikin. Ji xwe nexweş jî hene. Zarokên ku ji nava qadên şer derketine piranî nexweşiyên pêre çêbûyî zature û xwede mîstine. Jinên ji nava Surê derketine dibêjin; 'Gavek xwardetir wetenê meye. Em li vêderê weke penaberanin.' Ji ber van fikirînan ji nexweşiyên derunî û civakî nikarin rizgarbibin. Di vî milî de xebatên me hene, lê pêdivî bi hînzêdetir alîkarîkirin û xebatê heye. Ji bo wê jî divê piştevanî zêde bibe."
(zt)