Ji jinên Geverê soza berxwedanê
10:30
JINHA
COLEMERG - Jinên Geverê bertek nîşanî li Cizîra Şirnexê qetilkirin û tazîkirina jinan dan û gotin: "Me ticarî ji bedena jinan a tazî şerm nekiriye û emê şerm nekin."
Endama YJA Starê Kevser Elturk li navçeya Gimgima Muşê ji aliyê hêzên dewletê ve bi îskencê hat qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê bedean wê tazîkirin. Di rojên darbasbûyî de li Cizîra Şirnexê bedana jina hatî qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê hatî tazîkirin hat dîtin. Jinên Gevera Colemergê bertek nîşanî van bûyeran dan û gotin "Em ji van bûyeran re bedêng namînin." Jina bi navê Emîne Atakn bertekên xwe wiha anî ziman: "Me aştî di xwest lê wan bi qatlîaman bersivdan. Serokomar Erdogan li ser kurdan qalîaman dide meşandin û jin tên hedefgirtin. Dewleta AKP'ê li ser navê namusê me bi tehşîrkirina bedana me di tirsîne, lê ji bo me ne tenê bedena me namûse."
'Em bedenên tazî jibîr nakin'
Emîne destnîşan kir ku ew bedenên tazî jibîrnakin û wiha pede çu: "Ew jinên bedemna wan tên teşîrkirin rûmet û vîna mene. Madem em dibên ax namusa me ye, em dest bidin hev û ji bo axa xwe têkoşînê bikin. Belkî em divî şerîde bimrin lê bila zarokên me li ser axek azad bijîn. Bila zarokên me jî fêrî têkoşeriyê bibin, da li hember qatlîaman serî hildin. Çawa pêşiyê me li berxwedan emê jî dev ji têkoşîna xwe bernadin û bila dewlet zanibe em ticar dev ji berxwedanê bernadin.
'Bi polîtîqayên qatlîaman nikarin me xilasbikin'
Jina bi navê Asya Kesîcî jî di derbarê qatlîamê dewletê de wiha axivî: "Bi qatlîama nikarin vîna me bişkenin. Ez dewleta Tirkiye yê şermezar dikim. Bila Erdogan zanibe em jin ticar natirsin û serî li hember van êrîşan na tewî nin. Hûn ticar nikarin jinên ku ji bo azadi û têkolşîna gelê kurd ketin rê û berxwedanê dikin bi tehşîrkirina bedena wan bitîrse nin. Îro jinan qatildike wê bi dehan jin ala têkoşîna wan hilgirin."
(dt/zt)