Girtiyê siyasî ya ku ji aliyê leşkeran ve hatî darp kirin cezayê hucrê lê hat dayîn! - TAYBET
10:42
Rojda Oguz/ JINHA
WAN - Girtiyên siyasî ên jin her roj li girtîgehê rastî îhlalkirina maf tên. Şehrîvan Çobana ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa M ya Wanê rastî şîdeta fîzîk û derûnî a leşkeran hatî, ligel ku rapora wê a ku hatî darp kirin jî cezayê hûcreyê lê hat birîn.
Her roj li ser girtiyên siyasî ên jin li Tirkiyê û tevahî girtîgehên Kurdistanê îhlalkirina maf pêk tê. Li girtîgehên siyasî ên ku jin lê dimînin, lêgerîna tazî, testa ducanî û hebên qontrola zayînê bi zorê bi didin wan. Li Girtîgeha Girtî a Tîpa M ya Wanê girtiyên jin ligel îşkencê cezayên disiplînê tê dayîn. Şehrîvan Çoban a ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa M ya Wanê dimîne, bi riyê parêzerê xwe û nûçegihana me Rojda Oguz bûyerên ku jiyaye parvekir.
Despêk heqeret dûvre şîdet li girtiyên jin pêk tînin
Girtiya siyasî Şehrîvan diyar kir ku ji ber pirsgirêkê enfeksiyonê ew rakirine nexweşxanê û wiha qala bûyerê ku jiyan kiriye kir, "Ji ber nexweşiyê min birin nexweşxanê. Tevî min girtiyek jin a adlî jî anîbûn. Di şertên asayî de jî divê em li gel hev neyên girtin. Lê di ketina nexweşxanê de xwestin kelepçeyê destê me bikin yek. Çima wiha kirin min wate neda. Jinek leşker xwest bikeve destê min, lê girtiyê din kes nêzî wê nebû. Dora min 15 leşker tevî gardiyana jin a girtîgehê hebû. Dema min pirsî çi heye, gotin 'Bê deng be, ev karê me ye. Em ê ji te bipirsin' û heqeret li min kirin."
'Leşker hewilda milê min bişkîne'
Şehrîvan diyar kir ku ew heqeretên hatine kirin û qebûl nekiriye ser vê yekê serbazek bi milê wê girt û xwest bişkîne. Şehrîvan wiha pêde çû, "Dema ku min bertek nîşanî heqeretên hatî kirin da, serbazek leşkeran hat ba min, destê min bada û xwest bişkîne. Ji êşan min qîrkir. Ser vê yekê milê min hîn zêdetir şidand, dixwast bişkîne. Bi vî aweyî min kaşkir heye hûcreyê. Ji aliyek dixwast milê min bişkîne ji aliyê din heqeretên 'terorîsta lewitî tiştek bi te nayê' kir. Min xwe spart dîwarê û xwast şikandina milê xwe asteng bikim. Demek dirêj kelepçeyê ji destê min venekirin. Ji ber kelepçê gelkî şidandibûn, xwînê min cemidandibû û destê min tev mor bibû. Piştî girtiyê jin a adlî bertek nîşan kir, kelepçê ji destê min vekirin. Eger venekiriban dê destê min biba kangren."
'Ligel rapora darpkirinê hebû jî cezayê hucreyê dan min'
Şehrîvan bilêvkir ku piştî heqeret û şîdeta ku rastî hatî serbazê leşkeran yê xwastî milê wê bişkîne lêpirsîna disiplînê li girtîgehê daye despêkirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ligel îşkencê û şîdeta li min kirî, dema vegerîm girtîgehê, serbazê leşkeran yê ku xwastiye milê min bişkîne, hember min lêpirsîna disiplînê da despêkirin. Min jî ser vê yekê ew gilîkir û ji bo rapora darpkirinê derînim min birin nexweşxanê. Rapora darpkirinê min stand. Lê ligel vê raporê jî 11 roj cezayê hûcrê ji min re hat dayîn."
'Pêkanîna hember me bîrdozî û psîkolojiye'
Şehrîvan da zanîn ku li hember wê gelek lêpirsîn hatine despêkirin û wiha berdewam kir, "Gelek car derbarê min de lêpirsîn hat despêkirin. Di her fesendek de em rastî şîdeta fîzîk û psîkolojîk tên. Ez dizanim ku armancê van êrîşan bîrdozî û polîtîke. Kiryarên wiha li hember girtiyên jin ji demên borî heya niha didomin. Ji ber hewra şer hêzên dewletê û rêveberên girtîgehê di her firsendê de dikevin nava helwestên, nijedperestî de. Polîtîkayên nijedperestî û xistinê yê ku li hember gelê Kurd tê pêk anîn ji dîrokê heya roja îro li Sur, Cizîr, Silopî û Nisêbînê dertê pêşbirê me."
'Çalakiya deng derxistinê xewê mûdûrê girtîgehê herimandiye!'
Şehrîvan anî ziman ku kaguşa girtiyên siyasî a jin ji aliyê leşkeran ve tê dagirkirin û got, "Dema em bertek nîşan didin ji mera dibêjin, 'Tiştê em dixwazin dikarin bikin û kesê em dixwazin jî dikarin bînin kaguşê.'. Li aliyê din ji bo Sur û Cizîrê girtiyên PKK'ê û PJAK'ê biryar standin ku her şer saet 19.00'an de em çalakiyê deng derixtinê pêk bînin. Piştî çalakiyê rayadarê girtîgehê hat û bi hinceta ku 'Çalakiya deng derxistinê xewê mûdûrê girtîgehê herimandiye' derbarê me de lêpirsîn hat despêkirin."
(rc)