Mazlum bi peyamên xwe rewşa dawî raghand

11:02

JINHA

AMED - Nûçegihaê me Mazlûm Dolan ê di dorpêçkirina li Sûrê de mahsûr maye, di peyama xwe yî dawî de wiha ragihand "êrîşên bi tanq û topan didomin."

Dorpêçkirina li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê di roja 79. de ye. Bi dorpêçkirinê re êrîşên hêzên dewletê bênavber didomin. Ji bo bûyerên li nav Sûrê bi raya giştî re parve bike ji roja ewil heta niha nûçegihanê me Mazlûm Dolan li Sûrê ye û niha tevî nêzî 200 malbatî di jêrzemînan de mahsûr mane.

Mazlûm ji duh ve rewşa li hundir a di xetereyê de ye radigihîne û der barê rewşa dawî de du peyamên din jî şand.

Peyama Mazlûm a di saet 09:41'an de şandiye ev e: "Bi awayekî zêde topên hawanê diavêjin. Bi tanq û topan êrîş dikin. Şebeke tune ye, tenê dikarim peyaman bişînim. Hûn jî peyaman binivîsin"

Piştî vê peyamê bi 2 deqîqeyan Mazlûm saet di 09.43'an de peyama duyem şand û di vê peyama xwe de diyar kir ku ji ber rewşa wan nikare wêneyan bişîne û wiha nivîsand "Mixabin nikarim wêneyan bişînim. Telefona biçûk heye. Şarja telefona biçûk heye. Niha ez wê bi kar tînim."

(rc)