Konferansa Yekîtiya Star a Kobanê despêkir
11:56
JINHA
KOBANÊ - 1. Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Jina Azad Mîsogeriya Netewa Demokratîke" bi coşeke mezin destpêkir.
1. Konferansa Yekîtiya Star bi dirûşma "Jina Azad Mîsogeriya Netewa Demokratîke" li Kantona Kobanê despêkir. Rêxistina Yekîtiya Star li salona civînan a Meclîsa zagonsaz ya Kantona Kobanê bi tevlîbûna 250 delege destpê kir. Di konfransê de, 250 delege tevlîbûne de, Nûnerên Desteya Jin, Rêveberên Rêxistina Yekîtiya Star, PYD’ê û PDKS’ê amade bûn. Her wiha endamên Yekîtiya Star ên ji bajarê Girê Sipî yên ji hemû pêkhateyan, Feramandara YPJ’ê Viyan Zinar û şervanên YPJ’ê, amade bûn. Hemû jin bi cilên xwe yên netewî tevlî konfransê. Salona konfransê bi wêneyên têkoşerên ku di berxwedana Kobanê de, jiyana xwe ji dest dane û alên Yekîtiya Star hat xemilandin. Her wiha pankartên "Di xeta Sara û Arînan de em têkoşîn bikin, azadiya jinê misoger bikin", "Jina azad misogeriya netewa demokratîk e" , "Bi berxwedana jina Kobanê, dê azadiya jinan li tevahiya cîhanê pêk were" hatin daliqandin.
Di destpêka konfransê de, ji bo bîranîna hemû cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre dîwana rêvebirina konfransê hat hilbijartin. Dûvre jî axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka TEV-DEM’ê Ayîşe Efendî ve hat kirin.
Konfrans bi axaftinan dewam dike.
(rê-zh/rc)