Pitika 4 mehî Elîf Sur û dayîka wê li jêrzemînê dorpêçkirîne

12:25

JINHA

AMED - Dorpêçkirina li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê di roja 79. de ye. Jina bi navê Seda telefona cîrana xwe kir û got ku tevî pitika xwe yê 4 mehî Elîf Sur li jîrzemînê de dorpêçkirîne.

Dorpêç û êrîşê hêzên dewletê a li hember navçeya Sura Amedê di roja 79'an de berdewam dike. Bûyerên êrîşa giran ya li ser Sûrê bi agahdarkirina nûçegihanê DÎHA'yê Mazlum Dolan derket holê. Mazlûm diyar kiribû ku birîndar hene, kesên ku rewşa wan giran e hene, li cihê ku ez lê dimînim 30 kes hene û gotibû, li cihên din jî nêzî 200 kes tevî zarok, kal û pîr zarokên 4 mehî hene.

Ji bo hovîtiyek wek jêrzemîna li Cizîrê carek din neyê jiyan kirin Mazlûm agahiyê pitika 4 mehî Elîf Sur parvekiribû. Elîf tevî dayîka xwe li Surê di jêrzemînê de dorpêçkirî maye. Di 1 Mijdarê de şansek me yê nasîna dayîka Elîf Sur Seda çêbû. Me dixwast em pêre nûçe çêbikin. Seda diyar kiribû ku ew dixwaze li hember pergala desthilatdariyê û şîdetê li Surê jiyanek nû înşa bike. Seda anîbû ziman ku hêzên YPS'ê jêre bûne alîkar û li malek gel jinek bi cih kirine. Seda wê demê jî gotibû ku ew ê dev ji Surê bernede. Berî qedexeyê me Elîf di hemêza wê de dîtibû.

Seda bi peyamê rewşa xwe raghand

Bi wêneyê ku gihêştî destê me, me agahî girt ku Seda tevî pitika 4 mehî Elîf li Surê di jêrzemînê de dorpêçkirîne. Berî 4 rojan Seda wêneya Elîf ji cîrana xwe rêkiriye û wiha gotiye, "Her devara Surê bombe dikin. Evî pitika xwe û mirovên vir em di bin jêrzemînê de rawestiyan e. Cihên nêzî me top baran dikin. Dê min, pitika min û mirovên li vir tev qetil bikin. Berî ku tevî pitika em bên qetilkirin me xilas bikin. Rewşa me her ku diçe ciddî dibe."

(rc)