Ji Sûrê cenazeyê ciwanek rakirin nexweşxaneyê
12:27
JINHA
AMED - Li Sûrê duh di saetên şevê de li derdora Minara Çarling cenazeyê ciwanê bi navê Casîm Kaya rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, dorpêç û êrîşên tevkujiyê di roja 79. de didome û duh bi şev polîsan cenazeyek rakir nexweşxanê. Hate zanîn ku cenaze yê ciwanê bi navê Casîm Kaya (26) ye û ji derdora Minara Çarling hatiye girtin. Cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî der barê mijarê de bi rayedarên emniyetê re axivî û vê rewşê piştrast kir. Hate zanîn ku Casim ji navçeya Kaxizman a Qersê ye.
Cenazeyê Casim li morgê tê rawestandin.
(rc)