KJA: Emê bi berxwedanê tindiya ser jinan tine bikin

12:28

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - KJA yê diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên li Kurdistanê berdewam dikin, ji bo şikandina vîna jinan li her deverê lêgera tazî dikin û got: "Emê bi berxwedanê helwesta dewletê ya bi nêzîkatiyên DAIŞ'ê ser me jinan de tên tine bikin."

Koordinasyona Jinan a Kongereya Jinên Azad (KJA) ya Tirkiyê girêdayî li Kurdistanê hedefgirtina jinan daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye; "Hemû jinên ji bo nasname hembûn û azadiya xwe tekoşînê dikin di hedefa êrîşan denin. Jinên rêxistinkirî înfaz dikin. Li Kurdistanê jin, zarok, kal û pîran, her kesê hedef digirin û qetildikin. Siyasetek a hemû hiquqên şer binpêkirine didin meşandin. Ev şer ne tenê ser kurdan li aliyê Tirkiyê jî dane despêkirin.

Palîtîkaya tinekirinê dimeşînin. Bi salane dewlet dibin çavan û girtîgihan de polîtîkaya tacîz, tecawîz û tazîkirinê dimeşînin. Niha jî li gorî keyfa xwe nêzdibin, bi hincentên pirsîna nasnaneyan heya li balefirgehan jî polîtîkaya tazîkirinê tayîbetî ser jinan dimeşînin. Ji ber ku tirsa deshlatiyê ya herî mezin jinên rêxistinkirî û bihişemdîne. Ji bo wê jî hêzên dewletê hedê hem derunî û hem jî fîzîkî îskenceyê dikin.

Li Kurdistanê jinan înfaz dikin, li metrapolan jî bi hişmendiya helandinê îskenca tazî jî di navê de îskenceyên fîzîkî li wan dikin. Emê ticarî serî li hemberî hişmendiya tacîz û tecawîzkar a ku polîtîkaya helandinê ser jinan dide meşandin serî neçemînin. Em bi berxwedanê van hemû êrîş û polîtîkayên helandinê tine bikin. Ji bo dengê me bigihe hemû jinan emê berxwedanê hîn zêdetir mezin bikin."

(zt)