Di teqîna Enqerê de nûçegihan Gûlşen Yildiz jiyana xwe ji dest da

13:17

JINHA

ENQERE - Di teqîna Enqerê de ji nav 28 kesên jiyana xwe ji dest dayî nûçegihana Tarim TV Gûlşen Yildiz jî heye.

Şevê din li Enqerê di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqînek mezin rû da. Li gorî agahêyên fermî hêjmarê kesên jiyana xwe ji dest dayî 28. Hat hînbûn ku di nav kesên jiyanê xwe ji dest dayî nûçegihana Tarim TV Gûlşen Yildiz jî heye. Gûlşen a ku ji Fakûlteya Raghandina Zanîngeha Enqerê mezûnbûyî, 4 salin di Wezareta Çandinî û Sewalbûnî de nûçegihaniyê dike.

Dê îro cenazeyê Gûlşen bibin goristana Taxa Yapilipinara navçeya Elbîstanê a Gumgumê.

(rc)