Heyva Sor berpirsyariya tedawiya Lîsa Çalan girt ser xwe
14:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê, berpirsyariya tedawiya sînemavan Lîsa Çalan a di êrîşa bombeyî ya li Amedê de her du lingên wê jê bûn, girt ser xwe.
Heyva Sor a Kurdistanê, berpirsyariya tedawiya sînemavan Lîsa Çalan a di êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîrana 2015'an a bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê de her du lingên wê jê bûn, girt ser xwe. Ji bo peydakirina mesrefên protez û tedawiya Lîsa, gelek sazî û kesayetên li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê kampanya dabûn destpêkirin. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da xuyakirin, ku weke saziya alîkariya însanî ew xwe di vê mijarê de berpirsyar dibînin û berpirsyariya mesrefa tedawiya mayî ya Lîsa, digirin ser xwe. Daxwaza Lîsa Çalan a ji bo lingê protez ji aliyê dewletê ve hatibû redkirin û ji ber ku maliyeta protez li Tirkiyeyê zêde ye, ji bo lingê protez jê re bê çêkirin, berî sê hefteyan hatibû Elmanyayê.
(rc)