Bêkesê 8 rojî hatiye lêgerîna bavê xwe
14:49
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di jêrzemîna hovîtiyê debû û paşê agahî jê nayê girtin ji bo teşhîskirina cenazeyê Mehmet Tunç kurê wî Murat Tunç û birayê wî Orhan Tunç hatin ber ATK ya Xabûrê. Bêkesê ku roja bavê wî Orhan Tunç hatî qetilkirin çavên xwe li diniyayê vekirî li ber milê dapîra xwe Esmer Tunç hatiye heşhîskirina cenazeyê bavê xwe. Esmer Tunç got; "Bêkes dê di rêya bav û mamê xwe de mezin bide."
Karê teşhîskirina cenazeyên di jêrzemîna Cizîrê ya hovîtiyê de hatîn qetilkirin li Saziya Tiba Edli (ATK) ya demî li Deriyê Xabûr hatî danîn berdewam dike. Hîna ji Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç û kurê wî Murat Tunç agahî nayê girtin. Hat zanîn ku birayê Mehmet Tunç Orhan Tunç hatiye înfazkirin. Dayîka Mehmet Tunç Esmer Tunç, bavê wî Ahmet Tunç û hevjîna Ortah Tunç Guler Tunç li gel Bêkesê ku di hemêza wan de ji bo teşhîskirina cenazeyê Orhan Tunç hatine ber Saziya Tiba Edliya demî li ber Derê Xabûrê hatî danîn. Ji ber ku ATK û DNA tên berhevdikin, karê wan dirjê dike malbata Tunç hatine gel mirovên xwe yên li Silopiyayê.
'Kurê min bi saxî şewitandin'
Esmer Tunç a ku neviyê xwe Bêkesê roja bavê wî Orhan Tunç hatî qetilkirin hatî dinê girtî hemêza xwe destnîşan kir ku bavê Bêkes bi sazî şewitandin û li hember hikumeta AKP'ê raperîn kir. Esmer bilêv kir ku ji bo girtina zarokên xwe ew bi dehan caran ber bi jêrzemînê ve çune, lê her carê dewletê ew asteng kirine û ji bo wan dane diyarkirin ku ji ber qedexeya derketina kolanan binpêkirine dê ceza ji bo wan bidin. Esmer anî ziman ku wan qedexeya derketina kolanan binpêkiriye, lê hikumeta AKP'ê mafê mirovan binpêkiriye û wiha domand: "Erdogan zarokên me qetilkir. Polîsên wî bêmafî li me kirin. Ez duayan dikim ku xuda mafê Bêkes ji bo kesê nehêle."
'Dê xwîna wan li erdê nemîne'
Esmer da zanîn ku li ber çavê hemû cîhanê zarokên wan qetilkirin. Esmer derbirî ku parlementeran serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê û Dadgeha Makezagonê dane, li gel wê jî zarokên wan qetilkirine. Esmer bilêv kir ku kurê wê Mehmet Tunç bi dehan caran beşdarî televizyonan bû û rewşa xwe ya giran tanî ziman û wiha berdewam kir: "Dê xwîna zarokên me li erdê nemîne."
'Dê Bêkes di rêya bavê xwe de biçe'
Esmer Bêkesê di hemêza xwe de nîşan da û got: "Dê ev zarok mezin bibe. Dema ev zarok mezin bû dê hînbibe bav û mamê wî çawan hatine qetilkirin. Dê ev zarok di rêya bav û mamê xwe de mezin bibe. Dê rêya bav û mamê xwe hîn bibe û di rêya wan de biçe. Ez silavên xwe ji bo ciwanên me yên çiyê û Îmraliyê dişînim."
(zt)