Konferansa Yekîtiya Star bi coş didome
15:32
JINHA
KOBNAÊ - Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi coşek mezin didome.
1.Konferansa Yekîtiya Star bi dirûşma "Jina Azad Mîsogeriya Netewa Demokratîke" îro li salona Meclîsa Zagonsaz a Kantonê bi beşdariya 250 delegeyan destpêkir. Nûnerên Desteya Jin, Rêveberên Rêxistina Yekîtiya Star, PYD'ê û PDKS'ê amade bûn. Her wiha endamên Yekîtiya Star ên ji bajarê Girê Sipî yên ji hemû pêkhateyan û endamên YPJ'ê amade bûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka TEV-Dem'ê Ayşe Efendî ve hat kirin, herwiha peyamên ji rêxistinan hate xwendin.
Di berdewamiya konferansê de tehlîlên Rêberê PKK'ê di derbarê pirsgirêka jinê hate xwendin. Piştre rapora xebatê ya Yekitiya Star a salekê ji aliyê mamoste Xalîde Dirê hat xwendin. Delegeyan di derbarê rapora pêşkêşkirî de nêrînên xwe tînin ziman. Tê payîn piştî bername û esasnameya Yekîtiya Star a Kantona Kobanê were xwendin û piştî nîqaşan, pêşniyar û nêrîn ji bo plansaziya dema pêş were girtin û wiha konferans bidawî bibe.
(rê-ze/hs/rc)