CRA ji bo nûçegihan Mazlum Dolan serî li Walîtiyê da

15:59

JINHA

AMED - CRA ji bo nûçegihan Mazlum Dolan serî li Walîtiya Amedê da û xwest korîdor bê vekirin.

Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) Hakki Boltan ji bo nûçegihan Mazlum Dolan ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê di jêrzemîna avahiyekî di bi malbatan re asê maye serî li Walîtiya Amedê da. Hakkî ê nekarî bi Walî Huseyîn Aksoy re hevdîtinê pêk bîne daxwazên xwe ji Şewirmendê Çapemeniyê yê Huseyîn Aksoy, Mustafa Çakmak re ragihand. Hakkî têkîldarî serlêdanê ev agahî da. "Nûçegihanê Ajansa Nûçeya a Dîcleyê li qada qedexe ya Sûrê nûçeyan dişopîne. Herî dawî di peyama ku ji ajansa xwe re şandiye de gotiye ku rewş ne baş e. Mijara nûçeyê di DÎHA'yê de hatiye serwîskirin. Di çarçoveya mijarê de em ji we dixwazin ku korîdor bê vekirin. Em bixwe dixwazin biçin hevalê xwe bigirin."

Hakkî bilêv kir ku Çakmak gotiye dê agahiyan ji Walî re ragihîne, saet di 14.30'an de hevdîtin pêk anîne lê li wan nehatiye vegerandin.

(rc)