Topa hewanê li ber mala ku Mazlûm lê ye ket
16:59
JINHA
AMED - Nûçegîhanê me Mazlûm Dolan ê li Sûrê tevî 30 kesî di jêrzemîna avahiyê kê de mahsûr maye, di peyama xweyî dawî ya şand de, diyar kir ku li ber mala ku ew tê de ne topeke hawanê ketiye.
Nûçegîhanê me Mazlûm Dolan ê li navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ev 79 roj e ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, ji ber êrîşan tevî hin malbatan di jêrzemîna avahiyekê de mahsûr maye. Mazlûm rewşa li navçeya Sûrê ya di bin êrîşan de ye li gor derfetên xwe bi peyaman radigihîne. Herî dawî Mazlûm bi peymekê ragihand ku li ber mala ku ew û 30 kesî tê de ne topeke hawanê ketiye. Peyama rojnameger Mazlûm a di saet 15.51'an de şandiye ev e: "Hawan li ber mala kêlekê ket. Ji ber pesta wê ez hinekî nerihet bûm. Ez qet beşdarî TV'yê nebûm."
(rc)